20:08 11 Kanûn 2017
Zindî
    Polês

    Li Nisêbînê şer: 2 kuştî û 8 birîndar

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê 3 welatiyên ku ji wesayita zirxî hatibûn gulebaran kirin, 2 kes ji wan jiyana xwe ji dest dan

    Navenda Nûçeyan — Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku vê sibê cara 5'emîn li 4 taxan qedexeya derketina ji malan hatibû îlankirin, polêsan li kolana Liyan a Taxa Dîcleyê ji wesayitên zirxî êrişî welatiyan kirin. Di êrîşê de, 3 kesên ku birîndar bibûn, 2 welatî li cihê êrîşê jiyana xwe ji dest dan. li gorî agahiyên berdest navê yek ji welatiyên ku hatiye kuştin Mehmet Emîn Înan e lê navê welatiyê din nehate zanîn.

    Li heman taxê, di encama êrîşan de Rabiya Taylan, welatiyeke ku navê wî Ahmet e û 2 welatiyên ku navên wan nehat zanîn jî birîndar bûn.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, welatiyên ku xwestine herin ser cenazeyan û alîkariya birîndaran bikin rastî êrişa polêsan hatine.

    6 Polês birîndar bûn

    Her wiha piştî ragihandina qedexeya derketina ji malan li 4 taxên navçeya Nisêbîna Mêrdînê, polêsên ku xwest têkeve nava taxan di xendekan de rastî êrişa bombeyi hat û di encama êrişê de 6 polês birîndar bûn.

    Polêsên ku di nava wesayîta zirxî de xwestin têkevin nava taxan dema di ser xendekan re derbasbûn bombeya di xendekê de teqîya di encama teqînê de wesayîta zirxî pert bû û 6 polês jî birîndar bûn. Polêsên birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

    Bi heman mijarî:

    PDK serokê Goranê dide dadgehê
    Esad: Ka 70 hezar mixalifên mutedil li kur in
    Grûbên mixalif yên sûriyayî li Erebîstana Siûdî dicivin
    Li navçeyên Licê û Hezro qedexeya derketina ji malan hat rakirin
    Li Zanîngeha Mehabadê dersa zimanê kurdî destpê dike
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, YDG-H, Mehmet Emîn Înan, Rabiya Taylan, Nisêbîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de