05:11 24 Mijdar 2017
Zindî
    Beşar Esed

    Esad: Ka 70 hezar mixalifên mutedil li kur in

    © AP Photo/ AP Photo/ SANA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5002

    Serokê Dewleta Sûriye Beşar Esad bersiv da Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron û got, ka 70 hezar mixalifên mutedil li kur in.

    Navenda Nûçeyan - Serokê Dewleta Sûriye Beşar Esad bersiv da Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron û got, ka 70 hezar mixalifên mutedil li kur in.

    Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron çend roj berê gotibû, li Sûriyeyê 70 hezar mixalifên mutedil hene, li hemberî vê îdîayê Serokê Sûriyeyê bersiv da û got, ev perdeya lîstikeke nû ye. Êrişên hewayî yên Brîtanya li Sûriyeyê dê krîza ku heye kurtir bike.

    Beşar Esad di hevpeyvîna xwe ya digel rojnameya The Sunday Timesê de destnîşan kir ku ez ê vekirî biaxivim, ev axaftinên Cameron dişibin lîstikên fars yên klasik. Ev tişt nayê qebûl kirin. Ka li kuderê ne ew 70 hezar mixalifê ku bahs dike? Grûbên mutedil yên sûriyayî ji zimanê wan kêm nabe.

    Esad di berdewamiya axaftina xwe de got, ji roja ku operasyonên hewayî yên Rûsyayê destpêkirine em ji Amerîka û hevpeymanê daxwaza cihê mixalifan dikin lê hê jî me bersiv ne standiye. Li Sûriyeyê ji destpêka krîzê ve tucarî mixalifên mutedil çênebûn. Hemû tuj bûn… Nêviyê cihanê vê qebûl nake. 70 hezar mixalifên mutedil tunene, 7 hezar jî tunene belkî 10 kes hebin.

    Bi heman mijarî:

    Grûbên mixalif yên sûriyayî li Erebîstana Siûdî dicivin
    Li navçeyên Licê û Hezro qedexeya derketina ji malan hat rakirin
    Li Zanîngeha Mehabadê dersa zimanê kurdî destpê dike
    Moskovayê heta 20ê Berfanbarê molet da Kîevê
    Serokomarê Finlandiya: Min navcîtiya Pûtîn û Erdogan kir
    Etîketan:
    Serokwezîrtiya Brîtanyayê, David Cameron, Beşar Esad, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de