15:37 18 Kanûn 2017
Zindî
    Zimanê Kurdî

    Li Zanîngeha Mehabadê dersa zimanê kurdî destpê dike

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Hat ragihandin ku Hikûmeta Îranê biryar da ku li zanîngeha bajarê Mehabadê dersa zimanê kurdî were dayîn.

    venda Nûçeyan — Parlamenterê kurd û nûnerê bajarê Mehabadê li Parlamentoya Îranê, Osman Ehmedî eşkere kir ku destûra xwendina dersa zimanê kurdî li Zanîngeha Îslamî ya Mehabadê hatiye dayîn û got, di demek kin de dê dersa zimanê kurdî were dayîn.

    Ehmedî behsa çawaniya derketina wê destûrê kir û got, min û komek parlamenterên eyaleta Urmiyê bi rêveberê giştî yê Zanîngeha Îslamî ya Îranê re hevdîtin kir. Min di civînê de pêşniyar kir ku zimanê kurdî li Zanîngeha Îslamî ya Mehabadê were xwendin, wî jî pejirand.

    Ehmedî her wiha ragihand, di wê civînê de destûra wê jî hat dayîn ku dersa zimanê azerî jî li Zanîngeha Îslamî ya Urmiyê were dayîn.

    Wekî tê zanîn, nêzîkî nîvê nifûsa bajarê Urmiyê kurd in.

    Li Zanîngeha Îslamî û Zanîngeha Kurdistanê yên bajarê Sine jî dersa zimanê kurdî tê dayîn. Destûra wê jî par hatibû dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Moskovayê heta 20ê Berfanbarê molet da Kîevê
    Serokomarê Finlandiya: Min navcîtiya Pûtîn û Erdogan kir
    Li metroya Londrayê êriş: 3 birîndar
    Li Azerbeycanê di şewatê de 32 kesî jiyana xwe ji dest da
    Deriyê sînor yê navbera Îran û Herêma Kurdistanê vebû
    Etîketan:
    Zanîngeha Îslamî ya Îranê, Zanîngeha Îslamî ya Mehabadê, Osman Ehmedî, Urmiye, mehabad, İran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de