05:34 12 Kanûn 2017
Zindî
    polês-biserdegirtin-avahiya dbpê

    Lî Cizîr û Sûrê êriş: Polêsek û 2 leşker hatin kuştin

    © Sputnik. Sertaç Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Di encama êrişan de li navçeya Sûra Amedê polêsek û li navçeya Cizîra Şirnexê jî 2 leşker hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Ev çend roj in li hinek taxên navçeya Sûra Amedê derketina derve qedexe ye, şer û pevçûn jî di navbera hêzên Tirkiyeyê û endamên YDG-Hê de didome.

    Li gorî agahiyan di encama pevçûneke navbera hêzên Tirkiyeyê û endamên YDG-Hê de polêsek hat kuştin û polêsek jî birîndar bû.

    Her wiha li navçeya Cizîra Şirnexê jî saet 16.50î li hemberî otomobîla leşkeran bi çekên lûle dirêj êriş hat kirin.

    Di encama wê êrişê de jî 2 leşker hatin kuştin û 2 leşkerek jî birîndar bûn.

    Li gorî agahiyên berdest ji herdu leşkerên birîndar ku birîna yekî dijwar e, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

    Hat ragihandin ku li herêma hêzên ewlehiyê dest bi operasyonek berfireh kirine.

    Bi heman mijarî:

    Li navçeya Nisêbînê dîsa qedexeya derketina ji malan hat ragihandin
    Serokatiya Herêma Kurdistanê: ‘Ji Erebistanê pere nehatine wergirtin’
    Talebanî ji Almanyayê vegeriya Kurdistanê
    Muxalefeta Sûriyayê: ‘Em ê digel Pêşmergeyê Rojava artêşeke nû ava bikin'
    Lengergeha Samsunê girtina keştiyên rûsî derewand
    Etîketan:
    HêzÊn Ewlehî, YDG-H PKK, Sûr, Cizîr, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de