14:43 21 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmerge - Mûsil Operasyon

    Muxalefeta Sûriyayê: ‘Em ê digel Pêşmergeyê Rojava artêşeke nû ava bikin'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1802

    Li gorî nûçeya Rûdawê, Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûriyayê Xalid Xoce bi Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî re civiyaye û piştî civînan diyar kiriye ku ew dê digel Pêşmergeyê Rojava artêşeke nû ava bikin.

    Hewlêr — Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûriyayê Xalid Xoce piştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  diyar kir Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyayê (ENKS) dê beşdarî kongreya Riyadê ya Muxalefeta Sûriyayê bibe û herwiha kesayetên serbixwe yên kurd jî dê beşdar bibin.

    Xalid Xoce anî ziman ku ew li Sûriyayê sîstema kantonan qebûl nakin û peymanek di navbera wan û ENKSê de heye; herwiha ew peyman dê li Sûriyayê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî bingehekê ava bike.

    Derbarê şêweyê berxwedana xwe de jî Xoce got ku ew difikirin artêşeke nû ya niştîmanî ji bo Muxalefeta Sûriyeyê ava bikin û dê Pêşmergeyên Rojava tê de beşdar bibin.

    Bi heman mijarî:

    Lengergeha Samsunê girtina keştiyên rûsî derewand
    Barzanî şanda Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyayê pêşwazî kir
    Rûsya: 'Bêdengiya DYAyê ya ji bo tankêrên DAIŞê yên li Tirkiyayê watedar e'
    50 xwendekar ji Zanîngeha Egeyê hatin dûrxistin
    HPGê nasnameyên 4 şervanên xwe eşkere kirin
    Etîketan:
    artêşa nû, Pêşmergeyê Rojava, Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyayê, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyayê (ENKS), Xalid Xoce, Sûriya, Rojhilata Navin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de