21:17 24 Mijdar 2017
Zindî
    Binçavkirin

    Girtin û binçavkirin berdewam dikin

    © REUTERS/ Suzanne Plunkett
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Li navçeya Sûrê ku qedexeya derketina derve berdewam dike polêsan bi ser gelek malan de girt û herwiha li Dêrikê jî welatiyek hate girtin.

    Mêrdîn/Amed - Li navçeya Sûrê ya Amedê, polês û tîmên taybet, di çarçoveya pêkanînên rewşa awarte de, dest bi serdagirtina malan kirin.

    Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, li taxa Fatîhpaşayê, dayîka 6 zarokan Muazzez Aşan (47) ji aliyê polêsan ve hate binçavkirin. Hate zanîn ku Aşan birine Midûriyeta Emniyetê ya Amedê û gelek kesên ku navên wan nehat hînbûn hatine binçavkirin.

    Li Dêrikêjî ji 5 welatiyên ku di dema qedexeya derketina derve de hatibûn binçavkirin, welatiyek hate girtin.

    Hat ragihandin ku welatiyên ku hatibûn binçavkirin piştî 4 rojan derketin pêşberî dozgeriyê û welatiyên bi navê M. Alî Bahçecî, Mehmet Bahçecî, Îbrahîm Poyraz û Şeyhmûs Ata li vir serbest hatin berdan.

    Welatiyê bi navê Hamdûllah Dolek jî bi hinceta ‘endamê rêxistinê ye' bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Dadgehê biryara girtina Dolek da û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.

    Bi heman mijarî:

    'Polêsên ku bi ser mala me de girtin zêrên me dizîn'
    Derbarê kuştina Tahir Elçî de hat xwestin ku 4 polês bên girtin
    Can Dundar û Erdem Gul hatin girtin
    Li Wan, Îdir û Rihayê gelek welatî û siyasetmedarên kurd hatin girtin û binçavkirin
    20 kes hatin binçavkirin, 4 zarok ji ber 'medyaya civakî' hatin girtin
    Li bajarên kurdan girtin û binçavkirin berdewam kike
    Etîketan:
    Muazzez Aşan, Hamdûllah Dolek, Mêrdîn, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de