09:20 22 Îlon 2017
Zindî
    Selahattin Çoban

    Rêvebirê MAZLUMDERê: ‘Tirsa me ew e ku Sûr bibe Kobanî’

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7110

    Endamê Rêvebiriya MAZLUMDERê Selahattin Çoban got: ‘Tirsa me ew e ku Sûr mîna Kobanîyê kavil bibe. Divê li qadên sivîl şer êdî raweste, bes e.’

    Omer Faruk Baran

    Amed – Endamê Rêvebiriya Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan û Hevkariya Digel Mazlûman (MAZLUMDER) parêzer Selahattin Çoban li ser şerê ku li Sûrê di navbera hêzên ewlehIyê yên dewleta tirk û ciwanên YDG-Hê de dewam dike ji Sputnik Kurdistanê re axivî. Çoban got: ‘Da ku şerê li qadên sivîl bisekine, wekÎ rêveberiya MAZLUMDERê me bi dehan daxuyanî dan. Em helwesta PKKê jî helwesta dewleta tirk jî rast nabînin. Em her carê bang li her du aliyan din ku êdî li qadên sivîl şer nekin. Di serî de Sûr, Nisêbîn û Farqîn û Dêrik, ji bo gelek navçe û bajarên Kurdistanê tirsa me ew e ku wek Kobaniyê kavil bibin.’

    Çoban destnîşan kir ku bi sedema şer û pevçûnên li qadên sivîl metirsî li ser jiyanên wan heye; lê dîsan jî ew xebatan xwe dimeşînin û got: ‘Da ku ev şer bi temamî bisekine çi berpirsiyariya me heye em ê bikin. Serokê baroya me Tahir Elçi li dijî van xendeq û operasyonên li Sûrê bû û di riya çalakvaniya mafê mirovan de hate kuştin. Bi vê kuştinê xwestin tirsekê di dilê hiqûqnas û çalakvanên mafê mirovan de çêkin; lê îro em hemû di riya serokê baroya xwe de ne. Ew alaya ku di destê wî de bû, îro di destê me de ye û înşellah wê nekeve jî.’

    Bi heman mijarî:

    Li Hesekê teqîn: 1 mirî, 1 birîndar
    Amerîka: Tirkiyayê bi serê xwe hêz şandiye
    KCD: ‘Sebra gelê me nema, li hember zilmê deng bidin'
    Parlementerê Kafkasî hate kuştin
    Demîrtaş: Ez serokwezîr bibûma min dê bigota balafirê nexin xwarê
    Almanya: ‘Li dijî DAIŞê em bi Rûsyayê re hevkarî nakin'
    Etîketan:
    çalakvaniya mafê mirovan, metirsî li ser jiyanê, hêzên ewlehIyê yên dewleta tirk û ciwanên YDG-Hê, şerê li qadên sivîl, Komeleya Mafên Mirovan û Hevkariya Digel Mazlûman (MAZLUMDER), Baroya Amedê, Selahattin Çoban, Tahir Elçi, Amed, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de