21:41 24 Mijdar 2017
Zindî
    Leşkerên tirk

    Iraq: Leşkerê tirk li Mûsilê dagirker e

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 27210

    Serokê Komîsyona Ewlehiyê ya Parlamentoya Iraqê Hakîm el-Zamîlî ji leşkerê tirk re got dagirker û televîzyona Rûdawê derbarê leşkergeha Tirkiyayê li Zêlkanê de agehiyên berfireh dan.

    Hewlêr — Çavkaniyeke payebilind a ewlekariya Herêma Kurdistanê ji kanala televîzyonî ya Kurdistan 24ê  re ragihandiye ku hatina şêwirmendên leşkerî yên Tirkiyê tenê cihguhartineke leşkerî ye û dê çend mehan ji bo perwerdekirina hêzên Iraqê li sînorê parêzgeha Mûsilê bimînin. Li gorî heman çavkaniyê, ew şêwirmend Hêzên Pêşmerge perwerde nakin.

    Ofîsa Ragehandinê ya Serokwezîrê Iraqê îro ragehand ku hêzeke Tirkiyayê derdora 1000 heta 3000 leşkerî ligel tank û topxaneyan hatine nav axa Iraqê; hêza Tirkiyayê ji bo perwerdekirina çend grûpên iraqî û bêyî destûreke fermî ji Hikûmeta Federal a Iraqê li parêzgeha Mûsilê bi cih bûye.

    Ji aliyekî din ve ajansa Ruetersê jî li ser zarê çavkaniyeke ewlekariya Tirkiyayê ragihandibû bi sedan leşkerên Tirkiyayê ji bo perwerdekirina hêzên Iraqê li Başîka nêzîkî Mûsilê bi cih bûne.

    Başîk — Li gorî nûçeya televîzyona Rûdawê hêza tirk beriya 10 mehan li baregeheke li gundê Gudad ê bi qasî 8 km ji Başîkê û 15 km ji Mûsilê dûr bi cih bûye. Ji bo rizgarkirina Mûsilê li wê derê Heşda Wetenî perwerde dike; bi tank, tifing û cebilxaneya xwe ve hatiye. Ew hêzeke piştevaniya Pêşmerge û pêkhateyên din ên hêzên iraqî ye; ne hêzeke zemînî ya êrişan e. Nûçegihanê Rûdawê Ubêd Rojavayî ji qûntara Çiyayê Meqlûb ê li nêzîkê leşkergehê ragihand ku hejmara wê herî kêm di navbera 500 —600 kesî de ye, 2 caran bi 15 cemseyên leşkerî hatine, her cemseyek bi qasî 18 kesan hildigire û hemû pêwistiyên wê pê re ne (15*18*2=540). Di katjimêra sifirê de ew dê îstixbaratê bide hêzên rizgarker. 

    Bexda — Serokê Komîsyona Ewlehiyê ya Parlamentoya Iraqê Hakîm el-Zamîlî destnîşan kir ku agahiya 'leşkerên tirk li nêzî Mûsilê li baregehekê hatine bicihkirin', rast e.

    Zamîlî di berdewamiyaa daxuyaniya xwe de ji leşkerên tirk re got dagirker. Zamîlî bi bîr xist ku leşker, serweriya Iraqê hedef digirin û da xuyakirin ku balafirên şer ên girêdayî Hêzên Hewayî yên Iraqê ji bo lêdana van hêzan agahî gihandine Serokwezîr El-Ebadî û ji bo bikevin tevgerê li benda talîmatê ne.

     ‘LEŞKERÊN XWE VEKŞÎNIN'

    Li hemberî bicihkirina leşkerên tirk li nêzî Mûsilê bi lihevkirina PDK û Tirkiyayê, ji Parlamentoya Iraqê re bertek hat nîşandan.

    Di daxuyaniya ji Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrtiya Iraqê de jî hat destnîşankirin ku ‘tabûrek hêzên leşkerê tirk ji derveyî agahî û destûra hikûmeta navendî ya Iraqê derbasî herêma Mûsilê bûne.'

    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘Bi îdiaya perwerdehiya hêzên iraqî bêyî ku leşkerê tirk ji hikûmeta Iraqê destûrê bigire derbas bûne, ev rewş îxlala serwerî û axa Iraqê ye. Ev jî berevajî têkîliyên cîrantiya di navbera Iraq û Tirkiyayê de ye.'

    Di heman mijarê de televîzyona dewletê ya fermî ya Iraqê jî cih da daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê û got: ‘Ev rewşa îxlala sînor nayê qebûlkirin û mudaxeleya Tirkiyayê ya li dijî axa Iraqê red dikin.'

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji derveyî agahiya hikûmeta Iraqê, tu xebatên leşkerî nayên qebûlkirin, Wezareta Karên Derve ya Îraqê xwest ku leşkerên tirk tavilê ji ser axa Îraqê bên kişandin.

    Bi heman mijarî:

    Li platforma petrolê ya Xazarê de teqîn
    Li ser DAIŞê bombebaran: 16 kuştî!
    Etîketan:
    PDK, Hakîm el-Zamîlî, Başîk, Mûsil, Tirkiye, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de