01:28 23 Hezîran 2018
Alaya HDP

HDP: ‘Ji ber ku nemirine tên binçavkirin'

© Foto : Gulnush Ergul
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

HDPê nerazîbûn nîşanî binçavkirina endamên ESP û SGDFê da û got: ‘Ev operasyon wê nikaribin li pêşiya têkoşîna aştî, demokrasî, edalet û azadiyê bibin asteng.'

operasyon, binçavkirin, serdegirtin
© Foto : AA / Mehmet Ali Özcan
Navenda Nûçeyan — Alîkarê Serokê Giştî yê HDPê Saruhan Oruç, li ser operasyonên binçavkirina endamên ESP û SGDFê daxuyaniyek da.

Oruç bibîr xist ku ji hilbijartinên 7ê Hezîranê û vir ve bi hezaran endamên wan hatine binçavkirin û girtin û got: ‘Piraniya 18 ciwanên di operasyonên li hemberî ESP û SGDFê de hatine binçavkirin, li Pirsûsê di êrişa bombeyî ya DAIŞê de bi birîndarî

ji mirinê filitîn. Ji ber ku ew nemirine, tên binçavkirin. Li şûna ku DAIŞ û hêzên li pişt vê çeteyê ku li Pirsûsê komkujî kir werin eşekerekirin, birîndar tên binçavkirin. Ev yek karekî vê desthilatdariya siyasî ye.'

Saruhan Oruç xwest bêhiqûqî, zilm û zext tavilê biqedin û got: ‘Operasyonên girtin û binçavkirinan bisekinînin, girtiyên siyasî serbest berdin û bes êrêşî hêzên azadî, aştî û demokrasiyê bikin. Ev operasyon wê nikaribin li pêşiya têkoşîna aştî, demokrasî, edalet û azadiyê bibin asteng.'

Bi heman mijarî:

Hevserokê KURDÎ-DERê hate girtin
'Polêsên ku bi ser mala me de girtin zêrên me dizîn'
Can Dundar û Erdem Gul hatin girtin
Li Wan, Îdir û Rihayê gelek welatî û siyasetmedarên kurd hatin girtin û binçavkirin
Etîketan:
SGDF, ESP, HDP, Saruhan Oruç, Pirsûs
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de