00:07 21 Mijdar 2017
Zindî
    Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PDKS) Gêlo Îsa

    Îro 10. Kongreya PDKSê hat lidarxistin

    © Foto: Youtube
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 71 0 0

    10. Kongreya Partiya Demokraîtk a Kurd li Sûriye li bajarê Kobanê îro hat lidarxistin.

    Kobanê — Sekreterê Partiya Demokraîtk a Kurd li Sûriye Cemal Şêx Baqî, Endamê Partiyê û Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Kobanê Nîhad Ehmed, endamê partiyê û Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber Xalid Berkil, Endamê Komîteya Navendî ya Partiyê Kîlo Îsa û bi dehan endamên partiyê yên Kobanê û Cizîrê beşdarî kongreyê bûn.

    ANHAyê ragihand ku salona kongreyê bi wêneyên cangoriyan, alên partiyê, YPG, YPJ, sembolên kurdî û durişmeyan, pir hat xemilandin.

    Kongre ji aliyê Sekreterê Partiyê Cemal Şêx Baqî, Endama Partiyê Gulîstan Etê û Nîhad Ehmed ve hat birêvebirin.

    Kongre ji dezgehên çepemeniyê re girtî, dê dewam kir. Tê payîn ku 2 an 3 rojan wê dewam bike û tê de biryarên girêdayî partiyê û Rojava werin derxistin.

    Hat ragihandin ku encamnameya kongreyê dê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re were eşkerekirin.

    Bi heman mijarî:

    Helly Luv: 'Ev xelat diyarî ye ji bo 50 milyon kurd û Pêşmerge'
    Rûsya: ‘Me bîrên petrolê yên terorîstan ên li Sûriyê îmha kirin'
    Li Hezroyê derketina derve hate qedexekin
    Hevserokê KURDÎ-DERê hate girtin
    Etîketan:
    PDKS, Kîlo Îsa, Xalid Berkil, Nîhad Ehmed, Cemal Şêx Baqî, Kobanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de