13:42 21 Hezîran 2018
ypg-bayrak

Di nava YPGê û komên cihadîst de agirbes hat îlan kirin

© AFP 2018 /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê di nava YPGê û Ehrar-uş Şam, Tugaya Nuredîn Zengîn, Tugaya Siltan Murat û Eniya Şamê de agirbes hat îlan kirin.

Navenda Nûçeyan — Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê di nava YPGê û Ehrar-uş Şam, Tugaya Nuredîn Zengîn, Tugaya Siltan Murat, Eniya Şamê û Fetha Helebê de agirbes hat îlan kirin. Rêxistina El Nûsra tevlî agirbesê nebû.

Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, ji bo pevçûnên taxa Şêx Meqsûd bi dawî bibin, di nava hêza YPGê û grûbên cihadîst ku 8 rêxistin di nava vê komê de ne şevê din agirbes hat îlan kirin. Li gorî rêkeftina agirbesê herdu alî ji bo çareseriya pirsgirêkan dê heyeteke hevkar ava bikin.

El Qaîde tevlî rêkeftinê nebû

Her wiha li gorî zanyariyên berdest El Nûsraya baskê El Qaîdeyê tevlî rêkeftina agirbesê nebû.

Bajarê Helebê yê Sûriyeyê berî şerê navxweyî bajarê herî mezin yê 2yemîn bû. Taxên Şex Meqsûd û Eşrefiyê ji 2012an ve di kontrola hêza YPGê de ye. Navenda bajarê Helebê di kontrola Artêşa Sûriyeyê de ye û taxên li perê bajer jî di destê hêzên cihadîst de ye.

Bi heman mijarî:

Li Sûrê guleya bombeavêjê li malekê ket: 13 kes birîndar
Ji Demîrtaş bo Obama pêşniyara Sûriyeyê
Bekir Bozdag: ‘Dibe ku yek ji polêsan Elçî kuştibe'
Hevsera dîktator û dijminê kurdan mir
Di şerê li Iraqê de îsal 189 zarok hatine kûştin
Etîketan:
Tugayên Nuredîn Zengî, El Nûsra, YPG, Sûriye, Heleb
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de