16:39 21 Mijdar 2017
Zindî
    Amed-Sûr

    Li Sûrê guleya bombeavêjê li malekê ket: 13 kes birîndar

    © REUTERS/ Sertaç Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1409 0 0

    Amed -Hate ragihandin ku polêsan li taxa Hasirlî nêzî Mizgefta Kurşunla, bi çekên bombeavêj malekî hedef girtine. Bi guleya bombeyê ku di mal de teqiya, 13 kesên ku di mal de bûn ji ber parçeyên şarapnelê birîndar bûn.

    Hate zanîn ku di nav birîndaran de du zarokên 5 û 7 salî jî hene û kesekî ji serê xwe giran birîndar bûye.

    Ji ber êrîş û dorpêça polîsan, welatî nikarin birîndaran ji taxê derxin û bibin nexweşxaneyê.

    Li Sûrê şer: 2 polês birîndar in

    Herwiha çapemeniya tirk tirk ragihand ku li navçeya Sûrê ya Amedê ku lê qedexeya derketina derve berdewam dike pevçûn derketiye û encamê de 2 polês birîndar bûne.

    Etîketan:
    Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de