21:38 22 Mijdar 2017
Zindî
    Polês, lêgerîn, kontrol, lêpirsîn, serdegirtin

    'Polêsên ku bi ser mala me de girtin zêrên me dizîn'

    © AP Photo/ / Usame Ari
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6101

    Dayîka bi navê Hatûn Dolek got: ‘Polêsan piştî bi ser mala me de girtin odeya bûka min li nav hev xistin û zêrên bûka min jî birin.'

    Mêrdîn — Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji hêla dewletê ve 8 roj derketina derve hate qedexekirin û di encamê de gelek sewalên welatiya hatin telefkirin, mal û kargeh hatin şewitandin û herwiha polêsan avêtin bi ser gelek malan û gelek welatiyên kurd hatin binçavkirin.

    Li gorî nûçeya Dîhayê ku zaniyariyê xwe spartine dayikeke kurd a bi navê Hatûn Dolek polêsan li Dêrikê piştî bi ser wala wan de girtin zêrên di malê de jî dizîne.

    Hatûn Dolek li taxa Cevizpinar bi kur, bûk û neviyên xwe re rûdine û dema polês bi ser mala wan de digirin hemû alavên malê dişkînin. Herwiha piştî ku mal tê serûbin kirin, zêrên malbatê yên li odeya bûkê jî bi xwe re dibin.

    Hatûn Dolek got: ‘Tîmên taybet bi saetan li malê lêgerîn kirin. Piştî ku ew ji mala me derketin em ketin hundir. Li malê çi hebe belav kiribûn. Di odeya bûka me de li nav cih û lihêfan zêr hebûn. Hemû cih û lihêf belav kiribûn û zêrên bûka me birine.'

    Dolek da zanîn ku kurê wê dê bi wan zêran ji xwe re dest bi karekî bikira û axaftina xwe wiha berdewam kir: ‘Xwedê ji wan re nehêle. Tişta ku anîn serê me ji wan re nemîne.'

    Bi heman mijarî:

    Qedexeyên li Dêrik û Nisêbînê berdewam dikin
    Li Dêrikê ciwanek bi guleyan birîndar bû
    Li Dêrikê şer
    Li Dêrik û Sûrê 2 welatî bi guleyan hatin birîndarkirin
    Li Dêrika Çiyayê Mazî qedexeya derketina ji malan hat ragihandin
    Li Dêrikê şer
    Etîketan:
    Hatûn Dolek, Mêrdîn, Dêrik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de