21:22 24 Mijdar 2017
Zindî
    davutoglu

    Davutoglu: Em nikarin van îftirayên Rûsyayê qebûl bikin

    © Foto: Ak Parti merkez
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1101

    Davutoglu di axaftina xwe de ragihand, me li gorî rêbazên angajmanê sînorên xwe parast û ji ber vê jî tu kes nikare bibêje bila Tirkiye lêborîn bixwaze.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîr Ahmet Davutoglu di berdewamiya axaftina xwe de got, di navbera gelên tirk û rûs de tu pirsgirêk tuneye. Û em ê nehêlin ku tu wextê di navbera wan da pirgirêk dernekeve. Ez ji vê derê ji Moskova û hemû gelê rûs re dibêjim. Em li dijî gelê rûs di nava tevger û teredudekê de nînin û nêrîna me neguheriye.

    Davutoglu destnîşan kir ku, Tirk û rûs du gelên mezin ên ku bi hev ra dîroka Ewropa û Asyayê çêkirine. Gelê rûs gelekî bi rûmet e, em rêzê nîşanî wan didin lê belê divê her kes jî bizanibe ku gelê tirk jî gelekî bi rûmet e û dema ku rêzê nîşanî gelekî dide li bende ye ku ew gel jî rêzê nîşanî wan bide.

    Werin em pirsgirêka xwe rû bi rû biaxivin

    Davutoglu di axaftina xwe de bangî serkirdeyên Rûsyayê kir û got, ez bangî rêvebirên Rûsyayê, Birêz Pûtîn û hemû serkirdeyên Rûsyayê dikim, werin em meseleya xwe rû bi rû xeber bidin. Lê ne bi îdayên ku 'Tirkiye pişta DAIŞê digire', divê em van kampanyayên heyama şerê sar li dijî hev bi kar neynin. Heger îdiayeke wiha heye, we çima 15 roj berê neanî rojevê. Kes nikare bibêje bila Tirkiye lêborînê bixwaze"

    Bi heman mijarî:

    Serokê Parlamentoya Kurdistanê li Ewropayê: 'Bila Kurdistan bibe dewlet'
    Tehranê Erdogan derewand
    Balyozê berê: Hinek hêz bi DAIŞê re bazirganiya petrole dikin
    Li Wêranşarê operasyon: 13 kes hatin binçavkirin
    Li Misrê êriş: 16 kuştî û 2 birîndar
    Etîketan:
    Serokwezîrtiya Tirkiyeyê, Vladimir Pûtîn, Ahmet Davutoglu, Azerbeycan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de