10:32 24 Hezîran 2018
Qulya petrolê

Balyozê berê: Hinek hêz bi DAIŞê re bazirganiya petrole dikin

© Flickr / Justin Vidamo
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Balyozê Iraq û Brîtanyayê yê berê Unal Çevikoz diyar kir ku, dibe hinek kesên ku bi DAIŞê re bazirganiya petrole bikin li Tirkiyeyê hebin.

Navenda Nûçeyan - Balyozê Iraq û Brîtanyayê yê berê Unal Çevikoz diyar kir ku, dibe hinek kesên ku bi DAIŞê re bazirganiya petrole bikin li Tirkiyeyê hebin.

Ev ne politikaya dewletê ye

Çevikoz ji ajansa Spûtnîkê re axivî û got, hikumeta Tirkiyeyê bi DAIŞê re bazirganiya petrole nake, lê dibe hinek kesên ku vî karî bikin hebin. Ev ne politikaya dewletê ye. Lê dibe hinek hêz li ser hisabê xwe vî karî bikin. Ev rastiyeke û ji berê ve jî tê zanîn.

Hikumet nikare pêşiya vî karî bigre

Unal Çevikoz di berdewamiya axaftina xwe de got, hikumeta Tirkiyeyê nikare pêşiya vî kare bazirganiya petrole bigre. Li Tirkiyeyê li sînorê rojhilat û li bakûrê rojhilat ji berê ve ev kare qaçaxiya petrole dihate kirin hê berî ku DAIŞ derkeve di dema aştiyê de jî dibû. Lê piştî xistina balafira rûsî ez bawerim dê wekî berê ew sînor ne vekirî be.

Bi heman mijarî:

Li Wêranşarê operasyon: 13 kes hatin binçavkirin
Li Misrê êriş: 16 kuştî û 2 birîndar
Kurdistan ji bo hêzên Amerîkayê amade ye
Êrişên li ser taxa Şêx Meqsûd didomin: 9 sivîl birîndar in
27 terorîstên DAIŞî li Mûsilê hatin kuştin
Etîketan:
Hikumeta Tirkiyeyê, DAIŞ, Unal Çevikoz, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de