14:07 26 Îlon 2017
Zindî
    Hecî Bîrlîk

    Serdozgeriya Şirnexê: 'Haci Birlik bi fermana rayedaran hatiye kaşkirin'

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2901

    Li ser daxwaza parêzerên Haci Lokman Birlikê ku 3ê Cotmehê hatibû qetlkirin û bi wesayîteke zirxdar bi erdê re hatibû kaşkirin, Serdozgeriya Şirnexê talîmat da ku axaftinên polêsan ên bêtêlan bên tomarkirin û bikevin dosyeya dozê.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî axaftinên polêsan ên bi serkirdeyên xwe re, rayedarên ewlehiyê li ser amûrên bêtêl ferman dane ku Haci Lokman Birlik bi paşiya wesayitê ve bê girêdan, heta avahiya Emniyetê bê kaşkirin û wêneyî wî bê kişandin.

    Piştî ku axaftinên di navbera polês û serkirdeyên wan de ketin dosyeya dozê, parêzeran ji Serdozgeriyê xwest ku navên van serkirdeyan jî bê tesbîtkirin û derbarê nasnameyên wan de lêkolîn bê kirin.

    Li gorî delîlên dosyeyê, cinazeyê Haci Lokman Birlik bi fermana komsêr û mudîrên polêsan hatiye teşhîrkirin; herwiha ne wekî karê bêberpirsyarane yê polêsek û diduyan e. Bi gotineke din ev sûcekî organîze ye ku ji payeyên jêrîn heta payeyên jorîn gelek rayedarên ewlehiyê beşdarî vê teşhîr û heqaretê bûne.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo kaşkirina cinazeyê Hacî Birlik 2 polês ji kar hatin avêtin
    Daxuyaniya Erdoğan derbarê îşkenceya li cinazeyê Hacî Birlik
    MAZLUMDER: ‘Em miameleya ne mirovane ya li Hacî Birlik lanet dikin!'
    Leyla Bîrlîk: "Hacî Bîrlîk bi birîndarî girtin û piştre înfaz kirin"
    Gelo Hacî Lokman Birlik çawa hat kuştin?
    PAKê ji bo Hacî Bîrlik daxuyanî da
    Etîketan:
    heqaret li miriyan, rayedarên ewlehiyê, axaftinên bêtêlan, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de