20:42 24 Îlon 2017
Zindî
    PKK-Murat Karayilan - KCK

    KCK: ‘Ensarioglû bi MÎTê re di nav têkîliyê de ye û weke peywirdarê şerê taybet dixebite'

    AFP / MUSTAFA ÖZER (2009)
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 93520

    KCKê îdiayên Galip Ensarioglu de daxuyanî da û got: ‘Ew bi MÎTê re di nav têkîliyê de ye û weke peywirdarê şerê taybet ê hikûmeta AKPê li Kurdistanê dixebite'

    Navenda Nûçeyan — KCKê got: ‘Ev pir zelal e ku her kengî li hember gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurd şerekî bi şîdet dimeşe, hevdîtinên bi Rêber Apo re tê qutkirin. Herî dawî jî hevdîtin, piştî Tayyip Erdogan Mûtabaqata Dolmabahçe tine hesiband hate qutkirin.'

    Daxuyaniya KCKê wiha berdewam kir: ‘Jixwe heyeta HDPê ya diçû Îmraliyê, helwesta di hevdîtina dawî de ya Rêber Apo da xuyakirin. Rêber Apo, ne mimkûn e ku tu hevdîtinên ne ji bo çareseriya pirsgirêka kurd qebûl bike. Di atmosfereke ewqas şer, her roj mirovên kurd tên qetilkirin de Rêber Apo tu hevdîtinan qebûl nake û qebûl jî nekiriye. Niha li Îmraliyê jî tu hevdîtin pêk nayên.'

    KCKê derbarê gotinên Galip Ensarioglu de wiha got: ‘Galip Ensarioglu bê ku şerm bike, ji bo bandor û îtîbara Rêber Apo kêm bibe, dibêje hevdîtin pêk tên. Jixwe asta herî ketî ya hevkartiyê, îxanetê û elemanbûna şerê taybet ev e. Ji bo xizmetê ji dewleta tirk re bike, xwe pê şîrîn bike, dewlemendiya xwe zêde bike ewqasî xwe dixe. Galip Ensarioglu ji bo vê tecrîda girankirî û zexta li ser rêbertiyê ya mijara herî hesas a gelê kurd e, ji ber çavan winda bike, wezîfeya girtiye ser milên xwe pêk tîne. Ji bo gel bixapîne û bertekên li hember tecrîdê ji holê rake, derewên wek vê dibêje û demagojiyan dike.

    KCKê got: ‘Tayyîp Erdogan hem Mutabaqata Dolmabahçe, hem jî şandina Heyeta Çavdêriyê ya Îmraliyê wek meşrûkirina Rêber Apo dîtiye û red kiriye. Ev rastî jî diyar dike ku heta li Rêber Apo xwedî neyê derketin, ne mimkûn e ku ev zîhiyeta neçareseriyê bişkê û Tirkiye demokratîk bibe. Her kesê demokrasî, aştî û azadiyê dixwazin divê xwedî li Rêberê Gelê Kurd derkevin. Heta xwedî li Rêbertiya Gelê Kurd neyê derketin, ne pêşiya çareseriya siyasî, demokratîk a pirsgirêka Kurd vedibe, ne jî Tirkiye demokratîk dibe.

    Bi heman mijarî:

    Cezayê ji bo ‘pasteyê Ocalan' tê xwestin diyar bû
    Parlamenterê AKPê: Hevdîtinên dewletê û Ocalan dewam dikin
    HDP: ‘Gotinên Ensarioglu bi temamî derew in'
    Baluken: ‘Esadullah dixwaze parlementerên HDPê qetil bike'
    Etîketan:
    KCK, AKP, Galip Ensarioglu, Abdullah Ocalan, Recep Tayyip Erdogan, Girava Îmraliyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de