09:52 24 Îlon 2017
Zindî
    Abdurrahman Dilipak

    Dilipak kete dafika xwe: Anketê got Erdogan û DAIŞ

    © Sputnik. Cesîm Ilhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14821

    Abdurrahman Dilipak li ser Twitterê bi navê ‘Kî ji DAIŞê petrolê dikire’ anketek vekir û piştî nîv saetê hemû hêviyên wî şkestin.

    Navenda Nûçeyan — Nivîskarê rojnameya Akitê ya tirk Abdurrahman Dilipak li ser hesabê xwe yê Twitterê bi navê ‘Kî ji DAIŞê petrolê dikire’ anketek vekir.

    Di anketê de 3 vebijêrkên wekî ‘Rûsyaya Pûtîn’, ‘Sûriyaya Esad’ û ‘Tirkiyaya Erdogan’ hebûn û şopîneran tercîhên xwe bi kar anîn. Di nava nîv saetê de 10 hezar kes beşdarî hilbijartinê bû û rêjeya dengên li dijî Erdogan derkete %77 û li ser vê yekê Dilipak malpera Twitterê bi manîpulasyonê tawanbar kir.
    Li gorî encamên dengdanê ramanên şopîneran a derbarê ‘bazirganiya bi DAIŞê’ re wiha ne:
    Rûsyaya Pûtîn % 12;
    Sûriyaya Esad % 10;
    Tirkiyaya Erdogan % 78.
    Dilipak piştî zêdebûna raman û texmînên li dijî Erdogan hem hesabê xwe cemidand hem jî anket betal kir; lêbelê Balyozxaneya Rûsyayê ya li Enqereyê wêneyê dawîn ê anketê kişand û li ser hesabê Twitterê yê balyozxaneyê weşand.

    Bi heman mijarî:

    Qada Şêx Seîd jî hate qedexekirin
    Jiyana rojane ya xelkê Şamê
    Ji Parlamentoya Avusturyayê ji bo bajarên kurdan biryarname
    Rûsya: Em ê delîlên nû yên têkiliya DAIŞ û Erdogan pêşkêş bikin
    Cezayê ji bo ‘pasteyê Ocalan' tê xwestin diyar bû
    Davutoglu bangî Pûtîn kir
    Etîketan:
    Kî ji DAIŞê petrolê dikire, anketa Dilipak, Rojnameya Akitê, Abdurrahman Dilipak, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de