17:46 23 Îlon 2017
Zindî
    Parlementoya Avusturyayê

    Ji Parlamentoya Avusturyayê ji bo bajarên kurdan biryarname

    © Wikipedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Komîsyona Karên Derve ya Avustuyayê, ji bo alîkarî bi bajarên kurdan ên ji DAIŞê hatine rizgakirin bê kirin, 2ê Kanûnê de bi yekdengiyê biryarname hat derxistin.

    Avusturya - Li gorî nûçeya Anfê bi vê biryarnameyê re wê ji bo ewlekariya bajarên Kurdan û paqijkirina wan ji mayîn û bombeyan alîkarî were dayîn.

    Di rewşa heyî ya siyasî de, kêm caran tê dîtin ku li Komîsyona Karên Derve bi yekdengiya hemû partiyan biryarname tê derxistin. Tevî vê yekê jî biryarname ji aliyê Parlamentera Keskan Bêrîvan Aslan, serokên partiyên li desthilatdariyê Serokê Partiya Sosyal Demokrat (SPO) Andreas Schîeder û Partiya Gel a Avustuyayê (OVP) Reinhold Lopatka ve hat pêşkêşkirin û bi yekdengiyê ji komîsyonê derbas bû.

    Biryarname, piştî ku di hefteya pêş de li civata giştî ya meclisê hat erêkirin, wê bikeve meriyete.

    Parlamentoya Avustuyayê, weke yekane welatê Yekîtiya Ewropayê di 20ê Mijdara 2014an de ji bo alîkariya însanî ya ji Kobanê re biryarname derxistibû. Di vê çarçoveyê de Wezareta Karên Derve ya Avustuyayê bi hikûmeta Tirkiyeyê re têkilî danîbû û ji bo korîdora ji alîkariya tibî û xwarinê veke, zext kiribû. 

    Bi heman mijarî:

    YPG: Artêşa Tirkiyê êrîşî hêzên me kir!
    Almanya: ‘Em ê piştgiriyeke zêdetir bidin hêzên kurd'
    Hêzên Demokratîk operasyona rizgarkirina navçeyên Hesekê dan destpê kirin
    Brîtanya: 'Bila modêla Herêma Kurdistanê bi beşdariya hêzên siyasî bidome'
    Etîketan:
    Partiya Gel a Avustuyayê (OVP), Partiya Sosyal Demokrat (SPO), Parlamentoya Avustuyayê, Andreas Schîeder, Bêrîvan Aslan, Reinhold Lopatka, Avusturya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de