08:37 26 Îlon 2017
Zindî
    PKK - KCK - Abdullah Ocalan - Qendîl

    Cezayê ji bo ‘pasteyê Ocalan' tê xwestin diyar bû

    Sputnik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Ji ber pasteya bi wêneyê Abdullah Ocalan daxwaz kiriye û ji ber vê pastayê çêkirine derbarê xwendekarekî û 2 xebatkarên pastaxaneyê doz hatibû vekirin û dê sibe 2emîn rûniştina dozê li Dêrsimê destpê bike.

    Dêrsim — 2yemîn rûniştina doza ku ji ber pasteyê bi wêneyê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ê ku di 4ê Avrêlê de hatibû sîparîşkirin û çêkirin, dê sibehê li Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê dest pê bike. Doz li ser xwendekarê zaningehê ku paste daxwaz kiriye û 2 karkerên pastaxaneyê ku paste çêkirine hatiye vekirin.

    Doz bi îddiaya 'endamên rêxistinê' ne, li ser xwendekarê zaningehê Zana Zîrek û karkerên pastaneyê Engîn Ay û Sînan Tekîn hatiye vekirin. Parêzer Înan Yilmaz derbarê vê dozê de nêrînên xwe anîn ziman û wiha axivî: ‘Ji ber çêkirina pasteyekî cezayekî ewqasî giran dixwazin. Bi rastî ev ji bo hiqûqê şermek e.'

    ‘Çêkirina pasteyî û xwarina wî ne sûcê terorê ye'

    Prz. Yilmaz bertek nîşanî 'paste xwarin û çêkirin sûcê terorê ye' da û axaftina xwe wiha domand: ‘Ev ne amûrekê propagandayê ye. Ne bi hinceta xebateke 'terorê' jî hatiye kirin. Tu girêdana wî bi 'endamtiya rêxistinê' re jî tuneye. Tenê ji ber ku paste çêkirine mirov bi vî sûcê giran bên darizandin, ev şerma mirovahiyê û hiqûqê ye.'

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê AKPê: Hevdîtinên dewletê û Ocalan dewam dikin
    Doza Ocalan ji bo 22'ê Sibatê hat taloqkirin
    KCKê Ji bo azadiya Ocalan bang kir
    Baluken: 'Li ser navê Ocalan nûçe çêkirin bêexlaqî ye'
    Mesut Yegen: Projeya AKP'ê ya bêyî Ocalan û Qendîlê dê têk biçe
    Etîketan:
    PKK, Sînan Tekîn, Engîn Ay, Zana Zîrek, Abdullah Ocalan, Dêrsim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de