17:38 26 Îlon 2017
Zindî
    Alayên YPG li nêzîkî Hesekê

    YPG: ‘12 çeteyên DAIŞê hatin kuştin, yek birîndar ket dest'

    © REUTERS/ RODI SAID
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Êrîşên komên xwînrij yên li Kantona Kobanê hatin şikandin, 12 endamên DAIŞê hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan - Li gorî nûçeya ANHAyê, YPGê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li herêma Kantona Kobanê êrişên çeteyan hatin şikandin û di encamê de 12 endamên DAIŞê hatin kuştin, yek bi birîndarî ket dest, her wiha miqdarek çek û cebilxane hatin destserkirin.

    Daxuyaniya YPGê wihaye: ‘Agahiya êrişê DAIŞê ya ku 1ê Kanûnê saet di 04.00an de li dijî gundê Mirxab a rojavayê bajaroka Eyn Îsa (Bozanê) ya giredayî Kobanê kiribûn bi raya giştî re hatibû parvekirin. Piştî şerê li vê herême xebatê lêgerînê ya hêzên me bi dawîbûye.

    Di vê şerî de 12 çete bi awayekî mirî, çetekî jî bi birîndarî hatiye bi dest xistin, hawanek û doçkakî çeteyan jî hatiye ruxandin. Hêzên me li vê herême 12 keleş, 62 şerjor û 1.000 fîşekê keleş, 1 BKC, 30 bombeya destan, 12 mayinê bi dest hatiye çekirin, 1 bêtel, 1 dûrbîna termal, 15m korteks û 10 rextên çeteyan bi dest xistin.

    Di 2ê Kanûnê jî di navbera saetên 02.30-03.00 û 10.00-12.00an de çeteyên DAIŞê ji çeperên xwe ya başûrê Cerablûsê li dijî gundê Qereqozax a başûr-rojavayê Kobanê 2 êrîşên bi topên hawan û çekên giran lidarxistin.'

    Bi heman mijarî:

    Konferansa YPGê ya Kobanê hate li darxistin
    Nasnameyên 6 şervanên YPGê diyar bûn
    YPG: Ji bo êrîşî Efrînê bikin Ezazê dikin hincet
    YPG: Artêşa Tirkiyê êrîşî hêzên me kir!
    Etîketan:
    YPG, DAIŞ, Kobanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de