11:44 21 Îlon 2017
Zindî
    Bîranîna Îmam Huseyn - Kerbela

    Milyonek kurdî berên xwe dan Kerbelayê

    © REUTERS/ / Alaa Al-Marjani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 287 0 0

    Ji seranserî cîhanê bi milyonan şiî ji bo şîna Îmam Husênê kurê Îmam Elî berê xwe dane Kerbelaya Iraqê. Li gorî peyamnêrê Rûdawê di nava vê girseyê de zêdetirî milyonek kurdên şiî jî hene.

    Navenda Nûçeyan – Îro (3ê Berfanbara 2015an) û 20ê meha Sefere ya qemerî, çilrojê kuştina Îmam Husên e ku di nav şiiyan de wekî “Erbeîn” tê zanîn. Bi vê mebestê bi milyonan şiî ji seranserî cîhanê çûne Kerbelaya Iraqê da ku li ser qebra Îmam Husên a li wê derê şîna wî bigirin.

    Li gorî agehiyên berdest ji 60 welatên cîhanê derdora 27 milyon şiî li vir kom bûne û şîna Îmam Husên digirin. Di nava wan de milyonek kurdên şiî yên Kurdistana Îranê û Herêma Kurdistanê jî hene.

    Li gorî agehiyên berdest herî zêde ji Îranê şîe çûne Kerbelayê ku hejmara wan derdora 3 milyonî ye; her wiha bê vîze û destûr derbasî Iraqê bûne.

    Herwekî dahat û sûda hec û umreyê yên suniyan ji bo Erebistana Siûdî, ji bo Iraqê jî çalakiyên şiiyan gelekî berhemdar in.

    Bi heman mijarî:

    Derhênerê Mîrê Gustîlan ‘Doza Gollum' şîrove kir
    Li Agiriyê berfê rêya 202 gund û gundikan girt
    KCK: ‘Qetilkirina Elçî karakterê pêvajoya heyî nîşan dide'
    Li kolana ku Tahir Elçî hat kuştin 7 polês û kameraya wan hebû
    Navê Elçiyê nemir li wê li bajêrên kurdan bijî
    Li Erziromê 2 kes hatin binçavkirin
    Slovakya li hemberî biryara kotaya ewropayê doz vekir
    Etîketan:
    erbeîn, Kerbela, şîna Îmam Huseyn, Îmam Huseyn, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de