15:50 20 Îlon 2017
Zindî
    Cemil Bayik

    KCK: ‘Qetilkirina Elçî karakterê pêvajoya heyî nîşan dide'

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 541 0 0

    Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik di di nivîsa xwe ya îro de derbarê kuştina Tahir Elçî nirxandinên xwe anî ziman.

    Navenda Nûçeyan — Nivîsa ku Azadiya Welat û Yeni Ozgur Polîtîkayê weşand de Bayik got: ‘Bi qetilkirina Tahîr Elçî re karaktera pêvajoyê tê fêmkirin.'

    Bayik derbarê hedefgirtina Elçî, weşana CNNê û rojnamevan Ahmet Hakan de got:

    ‘Tahîr Elçî ji ber ku got ‘PKK ne rêxistineke terorîst e'  hat qetilkirin. Ji aliyê dewleta tirk ve sûcek ji vî sûcî mezintir tine ye. Îcar eger ev sûc di televîzyoneke wekî CNNê de hatibe kirin, êdî ev sûc ti carî nayê efûkirin. Ji xwe ji ber vê yekê çapemeniya ku alîgiriya AKP'ê dike; Tahîr Elçî bi navê qasidê terorê hedef nîşan da. Di 28ê Mijdarê de jî fersenda vê yekê dîtin û ew qetil kirin. Bê şik û guman Elçî ji aliyê polêsan ve bi awayekî zanebûn hatiye qetilkirin. Kesê ku bifikire û bibêje polêsan ew bi şaşî qetil kir ev yek tê wateya ku ew kes bi rastiya dewleta tirk nizane. Ew kes hêj nizane ku gotina PKK ne terorîst e di çavên dewletê de bê ka çiqasî sûcekî giran e.

    Bi înfazkirina Tahîr Elçî re çi kesên ku wekî wî difikirîn jî hat xwestin ku bên tirsandin. Ahmet Hakan berê jî di hedefa AKPiyan de bû. Encax piştî ku Tahîr Elçî di bernameya wî de ev gotin kir, bi kulman ve ew derdorê ceza lê birî. Bi vî awayî nîşanê wî dan ku careke din kesekî bernameyeke wiha çêbike bê ew ê çi were serê wî.  Bi înfazkirina Tahîr Elçî jî xwestin ku her kesî çavtirsandî bikin.'

    Bayik got: ‘Her roj li Kurdistanê jin, zarok, ciwan û pîr ji aliyê van hêzan ve di bin navê alîgirên PKK'ê ne, ma nayên înfazkirin? Ma nabêjin; ya hûn ê wekî tirk pesindarê xwe bin yan jî hûn ê serî bitewînin? Dema ku mirov wan nivîsên kirêt ên li Farqîn û deverên din ji aliyê van kesan ve hatibûn nivîsandin li ber çavan bigire jî ew ê baş were zanîn ku Tahîr Elçî çawa hedef hatiye girtin.'

    Bayik wiha got: ‘Înfaza Tahîr Elçî gelek dersên mezin dihundirîne. Kurd, hêzên demokrasiyê, rewşenbîr lazim e ku vê înfazê wekî pirtûkekê tim li gel xwe bigirin. Encax bi vî awayî dikarin rastiya Tirkiyeyê û versiyona wê ya bi navê AKP'ê fêm bikin.'

    Bi heman mijarî:

    Bayik: ‘Tirkiye dixwaze PKK û PDKê berde hev'
    Cemîl Bayik: ‘HDP serkeftî ye'
    KCKê biryara agirbestê rakir
    KCK: ‘AKP wê şer girantir bike'
    KCKê Ji bo azadiya Ocalan bang kir
    KCK: ‘Tirkiyeyê ji bo DAIŞê balafira Rûsyayê xist'
    Etîketan:
    KCK, Tahir Elçi, Cemil Bayik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de