03:14 23 Îlon 2017
Zindî
    Cenazeyê Tahir Elçî

    Li kolana ku Tahir Elçî hat kuştin 7 polês û kameraya wan hebû

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 32201

    Di dema bûyera kuştina Tahir Elçî de li kolanê du polêsan bi kamera dîmên girtine û parezerên Baroya Amedê daxwaz kirin ku ev dîmên jî têkevin dosyeya dozgerî yê.

    Navenda Nûçeyan — Di dema bûyera kuştina Tahir Elçî de li kolanê du polêsan bi kamera dîmên girtine û parezerên Baroya Amedê daxwaz kirin ku ev dîmên jî têkevin dosyeya dozgerî yê.

    Li gorî nûçeya Îsmaîl Saymazê Radîkalê, di lepirsîna doza kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de hinek nûveyên din hatin bi dest xistin. Piştî lêkolîna parêzeran Amedê, li kolana Yenikapiyê dema ku Elçî hatiye kuştin 7 polês hatine dîtin.

    Her wiha ji xeyrî rojnamevanan du kamerekêşên din jî dîmên girtine û yek ji van kamerayê aîdî Miduriyeta Ewlehiyê ya Amedê ye û ya din jî ji bo armanca îstîxbarî dîmên girtine.

    Parêzeran serî li dozgeriya Amedê dan û xwestin ev qeydî jî têkevin nava dosye yê, lê hêj bersiva parêzeran nehatiye dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Navê Elçiyê nemir li wê li bajêrên kurdan bijî
    Li Erziromê 2 kes hatin binçavkirin
    Slovakya li hemberî biryara kotaya ewropayê doz vekir
    Balafirên şer cebilxaneya DAIŞê teqand: 10 kuştî
    Îtalya ji bo 4 hezar pêşmergeyî alîkariya leşkerî dişîne
    Etîketan:
    Serdozgerî, Baroya Amedê, Tahir Elçî, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de