08:48 23 Îlon 2017
Zindî
    Telal Silo

    Turkmenan Tirkiya derewand: Tirkiyayê fîşengek ber bi DAIŞê neavêtiye

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 45211

    Berdevkê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) Telal Siloyê ku kesekî turkmen e, derbarê plan û çalakiyên Hêzên Sûriya Demokrat ên li dijî DAIŞê, peywendiya wan a bi hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê û rola Tirkiyayê ya neyînî ya li herêmê de bi Radyo Rûdawê re axivî.

    Navenda Nûçeyan — Hêzên Sûriyaya Demokrat (HSD) ragihand ku hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî rêxistina DAIŞê alîkariya wan dike, çek û cebilxaneyê dide wan; herwiha Tirkiya di wê herêmê de wekî fitneyeke di navbera HSD û Artêşa Azad de ye, heta niha fîşengek jî li dijî rêxistina DAIŞê neteqandiye.

    Berdevkê HSDê Silo derbarê rola Tirkiyayê ya neyînî ya li herêmê de jî wiha got: 'Em mudaxeleya Tirkiyayê li herêmê wekî fitneyeke di navbera me û Artêşa Azad de dihesibînin. Ji ber ku heta niha Tirkiyayê fîşengek ber bi rêxistina DAIŞê neavêtiye. Ev jî nîşan dide ku Tirkiya ji hebûna DAIŞê ya li ser sînorê xwe ne aciz e. Herwiha piştgiriya Tirkiyayê ya ji hêzên Artêşa Azad re ji bo wê mebestê ye ku Hêzên Sûriya Demokrat nekevin vê deverê.'

    Derbarê Liwaya Sultan Murad de jî Silo wiha got: 'Dema ku ez jî wekî fermandarê lîwayekî li bakurê Helebê bûm li wê derê Lîwaya Sultan Murad hebû. Ji 450 şervanên wê lîwayê tenê 25 kes tirkman bûn. Ji bilî van 25 şervanên Lîwaya Sultan Murad tu hêzeke tirkman li bakurê Helebê nîn e. Lewre mirov nikare jê re bibêje ku ew hêzeke tirkmanî ye.'

    Li ser pirsa ‘gelo dewleta Tirkiyayê ew şervanên tirkman şandine Sûriyayê' jî Telal Silo wiha got: ‘Na ew ji berê ve li wir bûn, rêjîma Sûriyayê ew şandibûn bakurê Helebê da ku nîşan bide hêzeke tirkman li wê derê heye. Pişt re Tirkiyayê peywendî bi wan re danî, mebesta wê pêwendiyê jî ew bû ku tevliheviyeke etnîkî çêke, lê ew 25 şervanên tirkman nikarin gundekî jî kontrol bikin.'

    Bi heman mijarî:

    Li bajarên kurda erdhej: 5.5
    Pûtîn: Terorîzm bi piştgiriya welatekî xelas nabe
    Demîrtaş serdana ofîsa Herêma Kurdistanê kir
    Terorîstên DAIŞî êrişî bajarê kurdan kirin: 2 kuştî û 10 jî birîndar in
    Li Amerîkayê êriş: 14 kuştî 14 birîndar
    Barzanî: Sedema nedana çekan bêdewletiya Kurdistanê ye
    Etîketan:
    fitne, aloziya etnîkî, Lîwaya Sultan Murad, tirkmanên Sûriyayê, tirkman, DAIŞ, Hêzên Sûriyaya Demokrat (HSD), Telal Silo, Sûriya, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de