22:17 24 Îlon 2017
Zindî
    Li Erziromê erd hej

    Li bajarên kurda erdhej: 5.5

    © Foto: Flickr
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7101

    Li bajarên Çewlîk û Dêrsîmê erd hejiya. Erdhejê tirs xist nav dilê welatiyan lê tiştek bi kesî nehat.

    Navenda Nûçeyan — Şeva borî erdheja ku navenda wê gundê Sêvgelik ê ser bi qezaya Gêxî ya bajarê Çewlîkê bi mezinahiya 5.5an di saet 01:27an de hejiya.

    Piştî vê erdhejê heta saet 01:47an şeş erdhejên din rû da ku mezinahiyên wan di navbera 3.6 û 2.3 de bûn. Ji ber nêzîkbûna qezaya Gêxiyê, li Dêrsîmê jî ev erdhej hat hiskirin, bajarên cîran Xarpêt û Ezirgan jî hejiyan.

    Li gorî amarên zanistî duh piştî nîvroyê di saet 15:48an de erdheja ku navenda wê gundê Civrak a qezaya Qisle ya bajarê Dêrsîmê bû, bi mezinahiya 3.5 rûda.

     

     

    Etîketan:
    erdhej, Çewlik, Dêrsim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de