09:55 21 Îlon 2017
Zindî
    Êrişa bi top û hawanan

    Terorîstên DAIŞî êrişî bajarê kurdan kirin: 2 kuştî û 10 jî birîndar in

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3010

    Terorîstên DAIŞî bi top û hawanan êrişî bajarokê Til Erana bajarê Helebê kir.

    Navenda Nûçeyan — Terorîstên DAIŞî bi top û hawanan êrişî bajarokê Til Eranê yê bajarê Helebê kir û di encama êrişê de 2 welatiyên kurd hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

    Ev çend roj in terorîstên DAIŞî bajarokê Til Eranê, ku tevahiya xelkê wê kurd in, didin ber topan û hawanan.

    Duhî danê êvarê jî terorîstan bajar dan ber top û hawanan di encamê de 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

    Li gorî agahiyên berdest ku hat ragihandin ji ber nebûna derzî û derman rewşa birîndaran baş nîne.

    Til Eran dikeve başûrê rojhilatê bajarê Helebê yê Sûriyê.

    Bi heman mijarî:

    Cebar Yawer: Amerîkayê çekên giran ji pêşmerge re şandin
    Li Amerîkayê êriş: 14 kuştî 14 birîndar
    Barzanî: Sedema nedana çekan bêdewletiya Kurdistanê ye
    Konferansa YPGê ya Kobanê hate li darxistin
    Paytext bi 2 teqînan hejiya: Kuştî û birîndar hene
    Etîketan:
    DAIŞ, Til Eranê, Rojava, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de