19:53 23 Mijdar 2017
Zindî
    Merasîma defnkirina Tahir Elçi - 3

    Di çalakiya şermezarkirina kuştina Elçî de Hevserokê DBPê hat binçavkirin

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Îro li gelek bajarên kurdan ji bo şermezarkirina kuştina Tahir Elçî çalakî hatin lidarxistin; lê polêsan li gelek cihan mudaxele kirin.

    Agirî - Li Şirnex, Wan, Agirî û Mêrsînê kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elîç bi çalakiyan hat şermezarkirin. Li Agiriyê piştî ku xwendekaran daxuyanî da, polêsan êrişî girseyê kirin. Di êrişê de Hevserokê DBPê yê Agiriyê Necmettîn Efe jî di nav de 6 kes bi lêdanê hatin binçavkirin.

    Endamên Komeleya Xwendekaran a Agri Dagi (ADO-DER) bi armanca şermezarkirina kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û qedexeyên derketina kolanan ên di demên dawîn de li Kampusa Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê hatin cem hev û daxuyanî da çapemeniyê.

    Parlementerê HDPê Berdan Ozturk, Hevserokê DBPê yê bajêr Necmettîn Efe û gelek kesên din tev li daxuyaniyê bûn.
    Hat ragihandin ku piştî daxuyaniyê polêsan êrişî girseyê kirin. Polêsan pêşiya wesayîta Parlementerê HDPê Berdan Ozturk girt û di nav de Hevserokê DBPê yê Agiriyê Necmettîn Efe jî heyî 6 kes bi lêdanê binçavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu: Divê kujerên Tahir Elçî werin eşkerekirin
    Tahir Elçi: 'Tafsîlata kuştina min di e-posteyên min de ye'
    Tevgera Ciwanen Welatparêz yên Şoreşger derbarê kuştina Tahir Elçî de daxuyanî da
    Bekir Bozdag: 'Guleya ku li Tahir Elçi ketiye di destê me de ye'
    Duran Kalkan: ‘Hesabê qetilkirina Tahir Elçî wê were pirsîn'
    AKP û MHPê pêşniyaza lêkolînê ya ji bo Tahir Elçi veto kir
    Nuşirevan Elçi: ‘Tirsa me ew e ku kuştina Tahir Elçi ‘failmechûl’ bimîne’
    Etîketan:
    HDP, Endamên Komeleya Xwendekaran a Agri Dagi (ADO-DER), Necmettîn Efe, Berdan Ozturk, Agirî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de