07:33 21 Mijdar 2017
Zindî
    Hollanda û Tirkiye

    Tirkiye tirkmenan li hev dicivîne

    © REUTERS/ Dylan Martinez
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 53 0 0

    Tirkiye niha jî hewldide ku tirkmenên Iraq û Sûriyê li hev bicivîne,tirkmenên Kerkûkê jî daxwaz ji Herêma Kurdistanê dikin ku alîkariya tirkmenên Sûriyeyê bike.

    YPG
    © Foto: AFP 2015/ DELIL SOULEIMAN
    Navenda Nûçeyan - Ev heyameke tirkmenên Sûriyê di rewşek ne baş de ne ji ber wê jî Tirkiye dixwaze tirkmenên Iraq û Sûriyê li bajarê Konya li dijî vê yekê bicivîne.

    Alîkarê Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) Hesen Turhan li ser vê yekê axivî û got, ew tiştên ku niha tên serê tirkmenên Sûriyê heman tişt in ên ku ji sala 2013ê ve tên ser tirkmenên Iraqê. Li gorî min, dixwazin tirkmenan li ser nexşeya Rojhilata Navîn nehêlin…

    Berdevkê Civata Tirkmenên Kerkûkê Elî Mehdî jî li ser êrişên li ser tirkmenan got, sedema tevahiya wan bûyeran ew e ku em tirkmen in û girêdayî Tirkiyê ne. Em li hêviyê ne hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybet PDK alîkariye me bike…

    Serokê Partiya Gel ya Tirkmen Izedîn Mecîd jî diyar kir ku ew ji Iraqê bê hêvî bûne çimkî Iraq qet guhdarî wan nake û pirsgirêkên wan çareser nake.

    Di civîna Tirkiyê de, Partiya Gel a Tirkmen, Eniya Tirkmenên Iraqê û Civata Tirkmenên Iraqê beşdar dibin.

    Bi heman mijarî:

    Efrînê 9 şervanên xwe spartin axê
    NATO dê vexwendina endamtiyê ji Qeredaxê re bişîne
    Donald Trump: Tirkiye ji bo petrolê piştgiriya DAIŞê dike
    Li navçeya Sûra Amedê derketina derve hat qedexekirin
    Derbarê operasyonan de biryara dawî ya Amerîkayê
    Etîketan:
    Civata Tirkmenên Iraqê, Eniya Tirkmenên Iraqê, Partiya Gel ya Tirkmen, Izedîn Mecîd, Elî Mehdî, Hesen Turhan, IRAQ, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de