09:47 18 Tebax 2017
Zindî
    ALA HDPÊ-hdp

    Parlementera HDPê: ‘Xwestin ku gule reşînin wesayîya me'

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Parlemeterê Şirnexê ya HDPê Leyla Birlik diyar kir xwestin ku wesayîta ku hevserê wê, keça wê û hevaleke wê tê de ye gulebaran bikin.

    Amed - Parlamentera Şirnexê Leyla Bîrlîk û malbata wê dema bi wesayîta meqamê nêzî nuqteya lêgerînê ya ketina Amedê bûn, tîmên taybet berê çekên xwe dane wan û wesayît sekinandine.Leyla Birlik diyar kir ku kêm mabû ew bibin hedefa guleyan.

    Parlementer Bîrlîk detayê vê bûyerê di civîna çapemeniyê ya li Serokatiya HDPê ya Bajarê Amedê bi çapemeniyê re parve kir.

    Bîrlîk diyar kir ku dema nêzî nuqteya lêgerînê ya ketina bajar bûn ferq kirin ku berê çekên tîmên taybet ên rûyê xwe bi maskeyên reş veşartine li ser wan in, hevserê wê yê wesayît dajot li ser vê tavilê wesayît sekinandiye.

    Bîrlîk ragihand ku piştî wesayît sekinandine tîmên taybet berê çekên xwe dane wan û ji wan re gotine ‘destên xwe rakin jor', li ser vê jî qîr kirine, destnîşan kir ku tevî gotiye ew parlamenter e jî bersiva, ‘wekîl me eleqeder nakin' sitandiye.

    Parlamenter Bîrlîk da xuyakirin ku ji wesayîta wan re tu polosî negotiye ‘bisekine', polêsên li wir di kemînê de sekinîn, li benda derbaskirina nuqteya kontrolê sekinîn û li ser vê jî plan dikirin ku wesayîtê gulebaran bikin.

    Bîrlik got di deqeyên dawî de wesayît rawestandine, tîmên taybet ji wan re gotiye ‘ Ji Qendîlê heta vir wesayîta we di bin çavdêriyê de ye. Em dizanin ku wesayîta we ji Qendîlê tê'.

    Bîrlîk wiha axivî:  ‘Wesayîta mîn wesayîteke ev 6 meh in hemû rêxistina emniyetê pê dizanin. Lê wan dixwest wesayît raneweste, derbas bibe. Bi rawestandina wesayîtê me pêşiya gulekirina polêsan girt.'

    Parlemetera HDPê ya Amedê Sîbel Yîgît jî di civînê de cih girt û bûyerê wiha nirxand: ‘Îro zindîbûna hevala me Leyla bi temamî tesadufek e' û bi axaftina xwe bal kişand ser xeteriya rewşa hatî jiyîn.

    Bi heman mijarî:

    Tîmê birîndar jiyana xwe ji dest da
    Dinya di meha Cotmehê de herî zêde derbarê Pûtîn de axivî
    Rûsya 70 keştiyê li zeryayê dinyayê de bi cih kir
    ROJAVA - Hêzên Amerîkayê ji bo piştgiriyê çûn welatê kurdan
    Duran Kalkan: ‘Hesabê qetilkirina Tahir Elçî wê were pirsîn'
    Demîrtaş bersiv da: Ew ala kurdan e
    Hevşaredarê Pirsûsê hat binçavkirin
    Etîketan:
    HDP, Sîbel Yigit, leyla birlik, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de