07:33 21 Tebax 2017
Zindî
    Idris Baluken

    Baluken: ‘AKP ji lêkolîn û ronîkirina kuştina Elçî ditirse'

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Cîgirê Koma HDPê Îdrîs Baluken derbarê kuştina Tahir Elçî de got: ‘Ji ber ku Serokwezîr û AKPî dizanin guleya ku Elçî qetil kiriye ji çeka polês derketiye naxwazin vê bûyerê ronî bikin.'

    Enqere - Duh pêşnûmeya HDPê ya ku derbarê lêkolîna kuştina Tahir Elçî de dan meclisê bi dengên AKP û MHPê hate redkirin.

    Derbarê vê mijarê de Cîgirê Koma HDPê Îdrîs Baluken axivî got;: ‘AKP naxwaze rastî derkeve holê.'

    Baluken got: ‘Hemû aliyên bûyerê manîpule dikin û navnîşanên cuda nîşan didin. Mînaka vê yekê jî ew e ku piştî sûîqastê di lijneya giştî de daxuyaniyê ku dane ne. AKPî gotibûn polêsê ku Elçî diparêzin rastî êrişê hatine û Elçî jî ji ber wê hatiye qetilkirin. Derewên AKPiyan di girtekên meclisê de jî hene.'

    Baluken da zanîn ku daxuyaniyên Davutoglu û Wezîrê Karê Hundir bi nakok in û wiha pêda çû: ‘Daxuyaniyên xwe de gotin Elçî di bin gulebaranê de maye û ji ber wê jiyana xwe ji dest daye. Lê rapora otopsiyê ew direwîne. Di raporê de tê gotin ku Elçî bi awayekî profesyonel guleya ku li pişt stûyê wî ketiye jiyana xwe ji dest daye. Berpirsiyariya AKPê di sûîqasta Elçî de heye. Ji ber wê jî naxwaze komîsyon bê avakirin û bûyer bê lêkolînkirin.'

    Bi heman mijarî:

    Baluken: ‘Erdogan û AKPê, Demîrtaş hedef nîşan dan'
    Îdrîs Baluken: ‘Dewlet li Farqînê bi muhîmatê kimyawî êriş dike'
    Tahîr Elçî hat oxirkirin (gav bi gav tê nûkirin)
    Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat kuştin (Gav bi gav tê nûkirin)
    Etîketan:
    MHP, AKP, HDP, Tahir Elçi, Îdrîs Baluken
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de