22:06 17 Tebax 2017
Zindî
    Terorîstên DAIŞê

    TAYBET - PYD: El Nûsra û Ehrar uş-Şam bi fermana Tirkiyayê êrişî Efrînê dikin

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2301

    Şêwirmendê Hevserokan û Endamê Meclisa PYDê Sîhanok Dîbo ragihand ku El Nûsra û rêxistinên din bi fermana Tirkiyayê êrişî gundên Efrînê dikin.

    Navenda Nûçeyan — Dîbo rewşa Sûriya û êrişê rêxistinên şerxwaz ji nûçegihanê Spûtnîkê Hikmet Durgun re nirxand.

    Armanc 'herêma ewle' ye

    Sîhanok Dîbo di hevpeyvîna xwe de wiha got: 'Li herêma Azez û Efrînê DAIŞ, El Nûsra, Ehrar uş-Şam û rêxistinên din bi fermana Tirkiya û Qetarê êrişî YPGê û Ceyşul Suwar dikin, dixwazin têkevin wê herêma tampon a ku Tirkiya dixwaze. Bi van êrişan dixwazin ji Cerablûsê hetanî Derya Spî herêmeke ewle ava bikin. Em êrişa ser Efrînê qebûl nakin. Tirkiya û Qetar dixwaze îradeya Kantonên Efrîn, Kobanî û Cizîrê tune bike.'

    'Nêzîkatiya me ligel Rûsyayê dê baş be'

    Dîbo di berdewamiya axaftina xwe de got: 'Heta niha Rûsyayê tu piştgiriya çekan nedaye PYDê. Em dixwazin têkiliyên me bi Rûsyayê re baş bin û em nêzî hev bibin. Kî li Sûriyayê li dijî DAIŞê şer bike em erênî û girîng dibînin.'

    'Ne rast e ku leşkerê Amerîkayê hatiye vir'

    Dîbo di dirêjiya axaftina xwe de got: 'Ne rast e ku leşkerên Amerîkayê hatine Cizîr û Kobaniyê. Amedehiyên me ji bo operasyona Reqa û Cerablûsê didomin. Dema roja wê hat em ê dest bi operasyonê bikin.'

    Bi heman mijarî:

    Qubad Talebanî: Hikumeta Iraqê pêşketina Kurdistanê naxwaze
    Nasnameya şervanê li Amedê jiyana xwe ji dest da diyar bû
    ROJAVA - Hêzên Amerîkayê ji bo piştgiriyê çûn welatê kurdan
    Duran Kalkan: ‘Hesabê qetilkirina Tahir Elçî wê were pirsîn'
    Demîrtaş bersiv da: Ew ala kurdan e
    Etîketan:
    El Nûsra, HDP, DAIŞ, Sihanok Dîbo, Efrîn, Sûriye, Kobanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de