22:20 17 Tebax 2017
Zindî
    Duran Kalkan

    Duran Kalkan: ‘Hesabê qetilkirina Tahir Elçî wê were pirsîn'

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 387 0 0

    Endamê Komîteya Rêveber a KCKê Duran Kalkan beşdarê bernameya Med Nûçeyê bû derbarê mijarên rojevê de nirxandinên xwe anî ziman.

    Navenda Nûçeyan — Duran Kalkan di destpêka axavtina xwe de Tahir Elçî bi bîr anî û got: ‘Elçî di têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê de canê xwe da. Tev li karwanê şehîdan ê ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan, bû. Wê her tim bi vî rengî were bibîranîn. Bîranîn û armanca wî, wê li Kurdistana azad û civaka demokratîk şênber bibe.'

    Kalkan got: ‘Ji 24ê Tîrmehê û vir ve bi sedan zarok, ciwanên kurd ên sivîl hatin qetilkirin. Beşek ji wan extiyar bûn, jin bûn, ji heft heta heftê salî li her kesî dan, ew qetl kirin. Goristan, şehîdgeh bombe kirin. Berpirsyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Cûmhûriyetê ji ber ku nûçegihanî kir, girtin. Zêdegaviya xwe birin radeya xistina balafira Rûsyayê. Ev hemû nîşaneyên têkçûnê ne. Divê qetlkirina Tahir Elçî jî ji vê cuda neyê nirxandin. Ev yek, dewamkirin û dijwarkirina vê pêvajoyê ye.'

    Kalkan diyar kir ku Tayyip Erdogan li ser kursiya Serokkomariyê rûniştiye û hedefan nîşan dide û wiha got: ‘Çeteyên faşîst jî van hedefan bi cih tînin. Dibêje 'Wê berdêlê bidin' û li ser vê yekê ya tên girtin an jî tên qetlkirin. Îro li Kurdistanê çeteyeke bi vî rengî ya faşîst digere. Ahmet Davutoglu di propagandaya hilbijartinê ya li Wanê de got 'Wê Torosên Spî bigerin', niha li her derê torosên Ahmet Davutoglu digerin. Lêbelê rojekê wê hesab serobino bibin. Yên ev kirine, yên dikin û yên didin kirin wê ji sedî sed hesab bidin. Ev yek wê ji kesî re nemîne.'

    Kalkan banga yekîtiyê li rewşenbîr, welatparêz, demokrat û şoreşgeran kir û got: ‘Pêwist e blokeke rastî ya aştî û demokrasiyê ya berfireh bê afirandin û sekneke ku dest deyne ser vê rêveçûna Tirkiyayê, bê nîşandan. Pêwist e her kes tev li vê bibe. Pêwistî bi sekneke demokratîk û şoreşger a xurt heye.'

    Kalkan da xuyakirin ku tevgereke pasîfkirinê û melisandinê tê meşandin û got: ‘Divê bi tu awayî serî li ber vê neyê tewandin.'

    Kalkan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: ‘Divê bi hev re, bi hevgirtina hêzê re ev were kirin. Pêwistî pê hebe, divê mirov karibin hin ji aliyên rêbaza berê ya jiyanê biterikînin. Civaka Tirkiyayê, gelê kurd di nava şerekî cidî de ne. Yanî bi êrîşên tunekirinê re rû bi rû ne. Divê mirov rê nedin vê.'

    Bi heman mijarî:

    KCK: ‘Tirkiyeyê ji bo DAIŞê balafira Rûsyayê xist'
    KCK: ‘Ji ber şerê li Xûrmatû em bi fikar in'
    KCKê Ji bo azadiya Ocalan bang kir
    KCK: ‘AKP wê şer girantir bike'
    KCK: "Berpirsiyarê vê komkujiya Enqerê AKPê ye"
    Etîketan:
    KCK, Duran Kalkan, Tahîr Elçî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de