13:16 21 Tebax 2017
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    AKP û MHPê pêşniyaza lêkolînê ya ji bo Tahir Elçi veto kir

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1911

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ronîkirina kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi pêşniyaza lêkolînê da Meclisa Tirkiyayê û pêşniyaz ji aliyê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partiya Xebata Neteweperest (MHP) ve hate vetokirin.

    Navenda Nûçeyan – Piştî ku Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi bi guleyeke ji paşstûyê xwe hate qetlkirin û kujer li ber çavan reviyan bertekên nerazîbûnê û şermezariyê bariyan ser vê sûîqesdê. Ji Herêma Kurdistanê heta Amerîkayê û ji dostên wî heta hevpîşeyên wî her kesî peyama sersaxiyê şande malbata Elçi.

    HDPê jî piştî bûyera terorî pêşniyazeke lêkolînê da Meclisa Tirkiyayê û di dengdanê de pêşniyaz hate vetokirin. Piştî vetokirinê di navbera parlamenterê Partiya Komara Gel (CHP) Sezgin Tanrikulu û vetokiriyan de gengeşî derket. Tanrikulu wiha got û kursiya axaftinê terikand: ‘Kesê kuştî, cihê kuştinê, dema kuştinê û awayê kuştinê ne tesadufî ne; ew li pey şopa gunehên AKPê geriya û li ber wan danexwar; lanet li axaftina we ya şaş were.'

    Bi heman mijarî:

    Li Cizîrê kesekî din birîndar bû
    Di Twitterê de parvekirina peyamên nijadperestî dibe sûc
    Li 3 bajaran herî kêm 9 kes hatin binçavkirin
    Mal û milkên Demirtaş û Yuksekdag hatin eşkerekirin
    Nuşirevan Elçi: ‘Tirsa me ew e ku kuştina Tahir Elçi ‘failmechûl’ bimîne’
    IMFê pereyê Çînê jî xiste lîsteyê
    Etîketan:
    sûîqesd, bertekên nerazîbûn û şermezariyê, kuştin, Meclisa Tirkiyayê, Partiya Komara Gel (CHP), Baroya Amedê, Tahir Elçi, Sezgin Tanrikulu, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de