16:43 23 Tebax 2017
Zindî
    KCD

    KCD: Kuştina mirovan têrê nake êrişî cihên me yên dîrokî dikin

    © Wikipedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    KCDê derbarê kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û taxrîpkirina cihên dîrokî de civîna çapemenîyê lidarxist.

    Amed - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li avahîya xwe, derbarê kuştina Amedê Tahîr Elçî û xirabkirina cîhên dîrokî, bawerî û çandî de daxuyanî da çapemeniyê.

    Di daxuyanîyê de, Endamê Dîwana Serokatîya KCDê Hîlmî Aydogdu dîyar kir ku ji ber ku nirxên mirovahiyê tê xirabkirin û taxrîpkirin ew li vê derê ne û wiha got: ‘3 roj berê birez Tahîr Elçî ji ber ku Mînareya Çarling rastî erişê hatibû, çûbû wê derê.

    Lê Tahîr Elçî li wê derê rastî suikasteke hat û bi wî awayî hat kuştin. Di kesayeta Tahîr Elçî de tiştê ku li ser gelê me û nirxên me yên mirovahiyê de hatiye em bi tundî vê yekê şermezar dikin.'

    Di daxuyanîye de Endamê Komîsyona Çand û Hunerê yê KCDê Şeyhmus Dîken got: ‘Ji ber şerê li Kurdistanê mirov tên kuştin û tên koçber kirin. Kuştina mirovan bes nîne êdî cihên me yên dîrokî, bawerî û çandî jî rastî erîşê û xirabkirinê tê.'

    Dîken da zanîn ku ew dizanin kujerên Tahîr Elçî kî ne û wiha berdewam kir: ‘Tiştên ku di salên 90î de bir ser gelê kurd de anîn, qetliyamên ku kirin, dixwazin nû bikin. Em ev tiştê ku dixwazin li ser me pêk bînin, bi tundî şermezar û lanet dikin.'

    Bi heman mijarî:

    Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat kuştin (Gav bi gav tê nûkirin)
    Tahîr Elçî hat oxirkirin (gav bi gav tê nûkirin)
    Demirtaş: Bi teqez e ku guleya Tahîr Elçî kuşt yê çekê polêsan e
    Li Wanê ji bo Tahîr Elçî çalakî
    Amerîkayê derheqê Tahîr Elçî de daxuyanî da
    Etîketan:
    KCD, Şeyhmus Dîken, Hîlmî Aydogdu, Tahîr Elçî, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de