16:46 23 Tebax 2017
Zindî
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Li 3 bajaran herî kêm 9 kes hatin binçavkirin

    © AP Photo/ / Irfan Cemiloglu
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Li Bedlîs, Sêrt û Agiriyê herî kêm 9 kes hatin binçavkirin.

    Bedlîs/Agirî/Sêrt — Li bajarên kurdan operasyonên li dijî welatî û siyasetmedarên kurdan berdewam dike. Hat ragihandin ku ji duh êvarê heta niha herî kêm 9 kes hatine binçavkirin.

    BEDLÎS

    Tîmên taybet avêtin ser gundê Miryanis ê Bedlîsê û Celal Îşçen (33) û Orhan Altintaş (23) binçav kirin.

    SÊRT

    Tîmên taybet û ekîbên cendermeyan li Sêrtê jî avêtin ser gundikê Zeviyasor ê ser bi gundê Erbo yê navçeya Hawêlê.

    Di serdegirtinan de li gundê Zeviyasor herî kêm 3 kes hatin binçavkirin. Nehat zanîn ku binçavî bi ku ve birine.

    AGIRÎ

    Tîmên taybet ên ser bi Midûriyeta Emniyetê ya Agirî, li navenda navçeya Avkevir û li gundê Dûmanli dest bi operasyonê kirin. Di serdegirtinan de li gundê Dûmanli Fûat Akdenîz û Yasîn Akdenîz, li navenda navçeyê jî Mûsa Taşdemîr û Mehmet Alî Bûdak hatin binçavkirin.

    Hat ragihandin ku kesên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Agiriyê.

    Bi heman mijarî:

    Li Wan, Îdir û Rihayê gelek welatî û siyasetmedarên kurd hatin girtin û binçavkirin
    20 kes hatin binçavkirin, 4 zarok ji ber 'medyaya civakî' hatin girtin
    Hevşaredarên binçavkirî hatin girtin
    Li Rihayê 4 kes hatin girtin
    Li Bedlîs û Dîlokê 4 kes hatin girtin
    Li Mêrsîn, Qilebanê û Mêrdînê 14 kes hatin girtin
    Etîketan:
    Mehmet Alî Bûdak, Yasîn Akdenîz, Mûsa Taşdemîr, Fûat Akdenîz, Orhan Altintaş, Celal Îşçen, Agirî, Sêrt, Bedlîs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de