22:37 23 Tebax 2017
Zindî
    Merasîma defnkirina Tahir Elçi - 5

    Nuşirevan Elçi: ‘Tirsa me ew e ku kuştina Tahir Elçi ‘failmechûl’ bimîne’

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4501

    Nuşirevan Elçi got: ‘Tirsa me ew e ku kuştina Tahir Elçi wekî kuştinên salên 90î jî ‘failmechûl’ bimîne.’

    Omer Faruk Baran

    Amed – Berdevkê Baroyên Herêma Kurdan Nuşirevan Elçi li ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi taybet ji Sputnik Kurdistanê re axivî. Elçi got: ‘’Di vê kuştinê de yê ku niha xuya dike qest e, lê em tam bi teqezî nikarin niha tiştekî bibêjin. Ev pêvajo piştî ku Tahir Elçi di bernameyekê de got ‘PKK ne rêxistineke terorî ye’ dest pê kir; bivê nevê qestê dixe hişê meriv. Me ji serdozgerê Amedê re got ‘Divê hûn vê kuştinê bi hûrgiliyên wê ve eşkere bikin, eger hûn eşkere nekin û dernexin meydanê wê rasterast bikeve stûyê we.’

    Elçi destnîşan kir ku di salên 90î de 17500 kes hatine kuştin û dewleta tirk hê jî kujerên wan eşkere nekirine. Elçi got: ‘Divê dewlet vê kuştinê ronî bike. Ne tiştekî wisa hema xapînok, divê tiştekî rast î û cidî be ku em hiqûqnasên kurdan tatmîn bibin. Edeta Tirkiyayê ye, mumkin e ku ev kuştin jî ‘failmechûl’ bimîne. Berî niha di salên 90î de 17500 kes hatin kuştin, ji wan kujeran yek tenê jî diyar nebû. Yê diyarbûyî jî tu tişt jê derneket. Em ditirsin ku kuştina rehmetî Tahir Elçi jî ‘failmechûl’ bimîne. Ew tirs bi me hemû hiqûqnasên kurdan re heye.’

    Bi heman mijarî:

    IMFê pereyê Çînê jî xiste lîsteyê
    Almanya jî tevlî tekoşîna li dijî DAIŞê dibe
    Serokê HUDAPARê: Qatilê Tahir Elçi him dewlet e him jî PKK ye
    Tirkiye delavên xwe nikare ji keştiyên rûsî re bigre?
    14 rojên tofanî: Nisêbîn
    Davutoglu: Em dixwazin qanalên pêwendî yên leşkeri bi Rûsyayê re vekin
    Navenda Zanistî ya Tirkî û Rûsî li Moskovayê hat asêkirin
    Amerîkayê kuştî û ziyanên DAIŞê eşkere kirin
    Etîketan:
    kujer, salên 90î, failmechûl, Baroyên Herêma Kurdan, Baroya Amedê, Tahir Elçi, Nuşirevan Elçi, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de