09:58 18 Tebax 2017
Zindî
    huda par

    Serokê HUDAPARê: Qatilê Tahir Elçi him dewlet e him jî PKK ye

    © Foto: Cesîm Îlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 623623

    Serokê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) Zekeriya Yapıcıoglu got: ‘Qatilê Tahir Elçi him dewlet e him jî PKK ye.'

    Omer Faruk Baran

    Amed – Serokê HUDAPARê Zekeriya Yapıcıoglu li ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi taybet ji Sputnik Kurdistanê re axivî. Yapıcıoglu got: ‘Qatilê Tahir Elçi him dewlet e him PKK ye. Kê kuştibe ferq nake, ji ber ku dewlet mecbûr e hemû hemwelatiyên xwe biparêze; di vê bûyerê de berpirsiyariya dewletê heye. Yê ku şer xist nav bajaran û bû sedemkarê operasyonan jî PKK ye, lewma ew jî berpirsiyar e. Li gorî me di vê bûyerê de her du alî jî sûcdar in.’

    Yapıcıogluyê ku bi xwe jî hiqûqnas e destnîşan kir ku ew 26 sal in hempîşeyê xwe Tahir Elçi ji nêz ve nas dike û got: ‘Rehmetî Tahir Elçi mirovekî aştîxwaz bû, ji roja destpêka kolandina xendeqan li dijî xendeqan bû, li dijî şerê di nav bajêr de bû. Dixwest şer ji nav bajêr derkeve. Li ser vê meseleyê çend caran daxuyanî dan û di sohbetên nav dostan de jî ew tişt digot.’

    Yapıcıoglu got: ‘Gumana mezin ew e ku Tahir Elçi di wê pevçûnê bi qeza hatibe kuştin. Lê mumkin e ku yekî bi qest jî kuştibe. Kî dibe bila bibe ê ku mirovekî wisa hêja bi qest bikuje ne însan e. Dewlet divê zû vê bûyerê zelal bike û her tiştî derxîne meydanê.’

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye delavên xwe nikare ji keştiyên rûsî re bigre?
    14 rojên tofanî: Nisêbîn
    Davutoglu: Em dixwazin qanalên pêwendî yên leşkeri bi Rûsyayê re vekin
    Navenda Zanistî ya Tirkî û Rûsî li Moskovayê hat asêkirin
    Amerîkayê kuştî û ziyanên DAIŞê eşkere kirin
    Hevdîtina Erdogan û Obama dest pê kir
    Etîketan:
    suîqesd, kuştin, Partiya Doza Azad (HUDAPAR), Baroya Amedê, Zekeriya Yapicioglu, Tahir Elçî, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de