18:36 20 Tebax 2017
Zindî
    Ahmet Davutoglu

    Davutoglu: Em dixwazin qanalên pêwendî yên leşkeri bi Rûsyayê re vekin

    © REUTERS/ Ümik Bektaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 910

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu berî serdana Qibrisê li balafirxaneyê daxuyanî da.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu berî serdana Qibrisê li balafirxaneyê daxuyanî da û got, ji vir banga me li Rûsyayê ji bo ku bûyereke din wiha çênebe û krîzeke din rû nede em qanalên pêwendiyê yên leşkeri vekin.

    Davutoglu di berdewamiya axaftina xwe de got, duhî min bi Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg re hevdîtinek kir. Tirkiye tucarî nabe alîgirê gengeşî yê û di vê bûyerê de Tirkiyeyê qada xwe ya hewayî parastî ye.

    Me agahî da balyozê Rûsyayê

    Davutoglu di dirêjiya axaftina xwe de got, bila berpirsên rûsî bizanibin balafirên Tirkiyeyê qada hewayî ya Rûsyayê îhlal nekirine û em jî nikarin çavê xwe ji îhlal qada xwe re bigrin. Pîlotên me tiştê hewceyî çibû ew tişt kirin e. Piştî bûyerê me bangî balyozê Rûsyayê kir û me agahiyên berfireh dane.

    Bi heman mijarî:

    Navenda Zanistî ya Tirkî û Rûsî li Moskovayê hat asêkirin
    Amerîkayê kuştî û ziyanên DAIŞê eşkere kirin
    Hevdîtina Erdogan û Obama dest pê kir
    Amerîkayê derheqê Tahîr Elçî de daxuyanî da
    Li Amedê agir bi avahiyekê ket: 6 zarok mirin û 3 jî birîndar in
    Etîketan:
    Tirkiye, Ahmet Davutoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de