09:51 18 Tebax 2017
Zindî
    Teqîn-Amed

    Li Amedê agir bi avahiyekê ket: 6 zarok mirin û 3 jî birîndar in

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Îro berê sibehê li gundê Karaagaça navçeya Qulpa Amedê agir girte avahiya Qursa Quranê.

    Navenda Nûçeyan — Îro berê sibehê li gundê Karaagaça navçeya Qulpa Amedê agir girte avahiya Qursa Quranê.

    Îro berê sibehê li gundê Karaagaça navçeya Qulpa Amedê agir girte avahiya Qursa Quranê û di encama agir girtinê de 6 zarok mirin û 3 zarok jî birîndar bûn.

    Di bûyerê de Muhammed Bingol, Sabahattin Altun, Serhat Sancar, Suat Çankaya, Şahin Kahraman û Nur Muhammed Bayka jîyana xwe ji dest dan û Mahsum Bayka, Abdullah Tekin û Mehmet Mensur Bayka jî birîndar bûn.

    Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dr. Abdullah Biroglu ya Dewletê.

    Tê pêşbînî kirin ku agir girtina avahiya Qursa Qûranê ya li gundê Karaagaçê ku û 17 kîlometro dûrî navçeya Qulpê ye bi sedema qontaxa elektrîkê derketiye.

    Hat ragihandin ku ji bo bûyerê lêpirsîn hatiye destpê kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê, datayên xistina balafira SU-24ê pêşkêşî NATOyê kirin
    John McCain li Kurdistanê ye û li halê kurdan dipirse
    Li Sûriyeyê 15 pasdar û besîcên îranî hatin kuştin
    Li Dêrikê ciwanek bi guleyan birîndar bû
    Yekîtiya Baroyên Fransayê: ‘Ji ber qetilkirina Elçî em bi hêrs in'
    Etîketan:
    tirkiye, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de