09:52 18 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerên Îranê

    Li Sûriyeyê 15 pasdar û besîcên îranî hatin kuştin

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Fermandarekî din ê hêza Pasdarên Îranê li Heleba Sûriyeyê di şer de hat kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Hêza pasdaran a Îranê eşkere kir ku fermandeyê yekîna pasdaran a bajarê Kerecê yê Îranê bi navê Ebdureşîd Reşvend, 3 roj berê, di şer de li nêzîkî bajarê Helebê yê Sûriyê hatiye kuştin.

    Li gorî çavkanî û malperên nêzîkî pasdaran, çend roj berê jî 7 besîcên (milîs) îranî û 7 besîcên pakistanî yên li Îranê dijîn, di şerê Sûriyê de hatine kuştin û cenazeyên wan birin Îranê.

    Hinek çavkaniyan jî eşkere kirine ku komek milîsên efxanî yên li Îranê dijîn jî di şerê Sûriyê de hatine kuştin.

    Tê gotin ku di heyama 2 mehên borî de herî kêm 70 pasdar û milîsên Îranê di şerê Sûriyê de hatine kuştin.

    Her çiqas Îran bi awayekî aktîv di şerê Sûriyê de beşdar e lê rayedarên dewletê vê yekê vedişêrin û pasdar û milîsên ku di şerê Sûriyê de tên kuştin wek "parêzvanên ziyaretgeha Hz. Zeyneb" didin nasîn.

    Bi heman mijarî:

    Li Dêrikê ciwanek bi guleyan birîndar bû
    Yekîtiya Baroyên Fransayê: ‘Ji ber qetilkirina Elçî em bi hêrs in'
    Pûtin: Tirkiyeyê Ji bo DAIŞê balafira me xist!
    Parlementerê rûsî daxwaz kir ku bila ‘Ûlkû Ocaklari' bê qedexekirin
    Demirtaş: Bi teqez e ku guleya Tahîr Elçî kuşt yê çekê polêsan e
    Etîketan:
    Hêza Besîc a Îranê, Supaya Pasdarên Îranê, Ebdureşîd Reşvend, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de