11:34 24 Îlon 2017
Zindî
    Sidqî Zîlan daxuyaniya Partiyên Kurdistanî dixwîne

    Partiyên kurdistanî: ‘Kuştina Tahir Elçî qetilkirina azadî û demokrasîyê ye'

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 57 0 0

    Partiyên kurdan qetilkirina Serokê Baroya AmedêTahir Elçê bi tundî şermezar kirin.

    Amed — Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrasî ya Beşdar (KADEP), Partiya Azadiyê û Sosyalîzme (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Kurdistanî, Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) û Partiya Soyalista Kurdistan (PSK) derbarê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de daxuyaniyek hevbeş dan û tê de ragihandin, kuştina Tahir Elçî qetilkirina azadî û demokrasîyê ye.

    Di daxuyaniya partiyên Kurdistanî de wiha hat gotin: "Bi çi awayî pêk hatibe bila bibe, lê ev êriş di esasa xwe de êrîşek li dijî gelê Kurdistanê ye."

    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat diyar kirin: "Şerê ku îro li welatême didome, bûye sebebê wêranî û têkdana welatê me û kuştina mirovan. Eşkareye ku ev şer zerarê dide doza azadîya Kurdistanê. Qetilkirina Tahir Elçi jî beşeke ji encamên vî şerî. Em careke din bangî dewletê û PKKê dikin ku bila şer raweste, rêya çareserîyek sîyasî û sivîl vebe."

    Rayedarên partiyan, sersaxîyê ji malbata Tahîr Elçî, Baroya Amedê û ji gelê Kurdistanê re xwestin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Derbarê Tahîr Elçî de biryara girtinê hat dayîn
    Bi wêne jiyana Tahîr Elçî
    Roja danişînê ya doza Tahir Elçî diyar bû
    Ji bo Tahir Elçî 7 sal û 6 meh cezayê zindanê hat xwestin
    Tahir Elçî serbest e
    Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî
    Etîketan:
    Kurdistan, Kurd, Tahir Elçi, PSK, PDK - BAKUR, KADEP, HEREKETA AZADÎ, OSP, PAK, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de