09:39 24 Îlon 2017
Zindî
    Tahîr Elçî di çalakiya mafê jinan de

    Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat kuştin (Gav bi gav tê nûkirin)

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 203830

    Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat kuştin

    23: 00 — Amerîka û Birîntayayê daxuyanî dan

    Balyozxaneyên Enqereyê yên Amerîka û Birîntanayê derbarê qetilkirina Tahir Elçî de daxuyanî dan û xemginiya xwe nîşandan.

    Amerîka: Em êşandî

    Balyozxaneya Enqereyê ya Amerîka der barê kuştina Tahir Elçî de li ser hesabê Twîtterê daxuyaniyek da. Di warê parastina mafê mirovan da kedeke mezin daye. Kuştina wî em êşandî. Bila serê malbata wî sax be."

    Birîtanya: Şok bûn

    Ji aliyê din ve Balyozê Birîtanya yê Tirkiyeyê Richard Moore jî di hesabê twîttera xwe de got, kuştina Tahir Elçî ew şok bûyê.

    Richard Moore di hesabê Twîttera xwe de wiha got: "Ez bi mirina hevalê xwe Tahir Elçî şok bûm. Ez gelekî xemgîn bûm. Mirovekî gelekî baş bû."

    Tahir Elçî kî ye?

    Tahir Elçî di sala 1966ê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jidayîk bû. Qonaxên seretayî û navendî yên xwendina li navçeya Cizîra Bakurê Kurdistaê xwend. Di sala 1991ê de ji Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê Fakulteya Hiqûqê derçû.

    Tahir Elçî, ji sala 1998ê heta sala 2006ê di Rêveberiya Baroya Amedê de cih girtibû û di sala 2012an de jî weke Serokê Baroya Amedê hat hilbijartina.

    Elçî bavê 2 zarokan bû û zimanê îngilîzî, almanî, tirkî û kurdî dizanî.

    19: 00 — Tahîr Elçî wekî Hrant Dînk hat kuştin

    Li Êlîhê bi sedan welatiyan qetilkirina Tahîr Elçî şermezar kir. Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê Hevserokê Şaxa Egitîm-Sen'ê Azîz Turay got: "Elçî hedef hat girtin. Tahîr Elçî wekî Hrant Dînk di nava Amedê de hat qetilkirin."

    18: 00 — Li Sûrê êrişa duyem

    Li cihê ku êriş li Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî hatî kirin, êrişek din jî qewimî.
    Serdozger û şanda lige wî xwestin li cihê ku Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî hatî qetilkirin lêkolînê bikin lê rastî êrişek çekdarî hatin û di encamê de 2 polîs birîndar bûn.

    Şand lêkolînê nekir û mecbûr ma paşve vegeriya.

    17: 00 —  Ji bo êrişa Amedê 4 mufetîş

    Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala û Wezîrê Dadmendiyê Bekir Bozdag li Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê derbarê êrişa Amedê de ku tê de Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek dan.

    Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala got ji bo ku êrîşa li Diyarbekirê eşkerebikin 4 sermifetiş wezîfedar kirin û wiha axivî: "Bûyerê bi hemû hûrgiliyan bê eşkerekirin.

    16.00 — Dengê çekan ji navçeya Sûrê kêm nabe

    Piştî kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li navçeya Sûrê, ber êvarê hê jî dengê çek û teqînan ji navçeyê bê navber dewam dike.

    15.50 — Tahîr Elçî wê sibe li Amedê were oxirkirin

    Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku li navçeya Amed Sûrê hat kuştin wê sibe li Goristana Yenîkoyê were veşartin û ji bo Elçî wê sibe merasîmek bê li dar xistin.

    Piştî merasîma li Goristana Yenîkoyê, wê cenazeyê Elçî were veşartin û ji bo wî li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê konê serxweşiyê wê bê vedan.

    15.30 — Gelê Amedê li qada Şêx Seîd kom dibe

    Piştî kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, gelê Amedê kom dibe û bi dirûşmên ‘dewleta qatil dê hisab bide', ‘PKK gel e,gel li vir e' diherike qada Şêx Seîd.

    15.00 — Tahîr Elçî dihat tehdîd kirin

    ​Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ji bo ku di bernameyeke televîzyonê de gotibû, ‘PKK ne rêxistineke terorist e, heke hinek çalakiyên wê hebin jî ne rêxistineke terorîst e û hereketeke siyasî ye'. Elçî ji bo van gotinan rastî tehdîdan dihat.

    14.30 — Wezîrê Karê Navxweyî: Bûyer dê bi hemû hûrgiliyan bê lekolîn kirin

    Wezîrê Karên Navxweyî Efgan Ala got ji bo êrişa Amedê were zelalkirin me 4 sermifetiş wezîfedar kirine û dê bûyer bi hemû hûrgiliyan bê eşkerekirin. Ev êrîş li dijî yekîtî û hevgirtina miletê me ye.

    14.20 — HDP: Tahîr Elçî di encama polîtîkayên AKPê de hat qetilkirin

    HDP'ê nerazîbûneke tund nîşanî qetilkirina Tahîr Elçî da û destnîşan kir ku ev yek suîqasteke plankirî ye. HDP'ê bang li partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl kir, ku dengê xwe bilind bikin û nerazîbûnê nîşan bidin.

    14.10 — Raporta otopsiyê ya kuştina Tahîr Elçî diyar bu

    Di raporta pêşotopsiyê ya Tahîr Elçî de hate gotin ku gule ji pişt guhê wî yê rastê ketiye û ji ser biriyê wî yê çepê derketiye.

    Raporta pêşotopsiya Tahîr Elçî ya li Naxweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Selahadîn Eyûbî hate kirin bi dawî bû. Li gorî girteka ku hatiye girtin de tê gotin ku Elçî bi çekê hatiye kuştin û gule ji pişt guhê wî yê rastê ketiye ji ser biriyê wî yê çepê derketiye.

    Morga Nexweşxaneya Selahadîn Eyûbî
    © Sputnik/
    Morga Nexweşxaneya Selahadîn Eyûbî

    13.55 — Şer û pevçûnên Sûrê hê jî didome

    Şer û pevçûnên navçeya Sûra Amedê hê jî dewam dikin. Dengê çekên şer û pevçûnên digihîje Nexweşxaneya Selahadîn Eyûbî ya ku gel ji bo Tahir Elçi li pêş morga wê ye.

    Bu video Adobe Flash Player'ın son sürümünü gerektirmektedir.

    Adobe Flash Player'ın son sürümünü indirin.

    13.50 — Serokê ÎHDê: Em gelekî xemgîn in, me hevalê xwe, hevrêyê xwe ji dest da.

    Serokê Giştî yê ÎHDê Ozturk Turkdogan diyar kir ku, qetilkirina Tahîr Elçî di heman demê de tê wateya 'gefeke mezin e'.

    Turkdogan di axaftina xwe de got, Tahîr Elçî hiqûqnasekî aştî xwaz bû. Li hemberî sûcên JÎTEM, kontr-gerîla û rêxistinbûyînên din ên çete yên li nava dewletê, bi salan lêkolîn kir û ji bo darizandina sûcdaran doz vekir. Mirovekî ji aliyê çeteyên li nava dewletê ve gelekî baş dihat naskirin.

    13.40 — Gel diherike morga ku cenazeye Tahîr Elçî lê ye

    Li pêş morgê bi hezaran însan kom dibin. Bêdengiyeke kûr heye, parlementerên HDPê yên heremê jî yek bi yek tên morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahadîn Eyûbî.

    13.20 — Baroya Amedê: Tahîr Elçî di encama suîqastê de hat kuştin

    Yek ji endamê Baroya Amedê Parêzer Gulşen Ozbek destnîşan kir ku Tahîr Elçî ji dûrahî bi guleyekê hat kuştin.

    Her wiha Baroya Amedê di daxuyaniya îdia kir ku Elçî bi encama suîqastekê hatiye kuştin.

    13.10 — Erdogan: Vê bûyerê nîşan da ku şerê tirkî li dijî terorê çiqasî rast e.

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî daxuyaniyek da û ragihand, vê yekê nîşan da ku şerê Tirkiyê yê li dijî terorê çiqasî rast e.

    Erdogan di daxuyaniya xwe de got, ez pê êşiyam. Min bihîst ku li Amedê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di şer de hatiye kuştin. Rehma xwe li birêz Elçî û polîsê me be.Vê bûyerê nîşan da ku şerê Tirkiyê yê li dijî terorê çiqasî rast e.

    13.00 — Li navçeya Sûra Amedê qedexeya derketina ji malan

    Li gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê saet ji 13.00 pê ve qedexeya derketina ji malan li navçeya Sûra Amedê hat ragihandin.

    12.40 — DBP: Li Amedê saet 13.00ê daxuyaniyeke çapemenî dide

    Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ragihand, ku ew ê li ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, îro bi awayekî girseyî daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

    DBPê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, îro danê sibehê, dema parêzerên Baroya Amedê daxuyaniyek didan çapemeniyê, di encama gulereşandinê de Tahîr Elçî hat kuştin. Partiya me û saziyên civakî yên sivîl wê îro li Balikçilar Başi bi awayekî girseyî daxuyaniyekê bidin çapemeniyê."

    12.20 — Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat kuştin

    Li navçeya Sûrê, piştî daxuyaniya çapemenî ya Baroya Amedê li ser tehrîbkirina minareya çar ling, polêsan gule li gel û girseya daxuyanî da çapemeniyê reşand.

    Li gorî çavkaniyên herêmî tê gotin ku ji ber vê gulereşandinê, gelek mirov birîndar bûne.

    ​Her wiha li gorî zanyariyên berdest di êrişê de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji serê xwe birîndar bûye û di rêya nexweşxanê de jiyana xwe ji dest daye û niha cenazeyê Elçî li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahadîn Eyubî ye.

    Parêzer Yûnûs Mûrat Akan, diyar kir ku Elçî bi guleya li serê wî ketiye jiyana xwe ji dest daye.

    ​Parêzer, gel û birîndar ji bo xwe ji êrîşa hêzên çekdar ên dewletê biparêzin ketin hundirê dikanan û li hundir asê mane.

    Bi heman mijarî:

    Kabîneya Rûsyayê îro bi rojeva Tirkiyeyê dicive
    Li navçeya Silopiya Şirnexê ciwanek bi guleyan hat kuştin
    Swêdê geşta hewayî ya Kurdistanê bi sedema ewlehiyê da sekinandin
    Li Kobanî di encama teqîna mayinekê de zarokek bû qurbanî
    Qesra dîrokî ya Ezîzoglu bû wargeha leşkerî
    Etîketan:
    Tîmên Taybet, Tahîr Elçî, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de