12:14 26 Îlon 2017
Zindî
    Polês êriş

    Li navçeya Silopiya Şirnexê ciwanek bi guleyan hat kuştin

    © AP Photo/ Emre Tazegul
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 69 0 0

    Hat ragihandin li navçeya Silopiya Şirnexê ciwanêkî bi navê Nasîp Yeşîl li ser banê xaniyê xwe bi dema bi telefonê diaxivî rastî êrişa guleyan hat û jiyana xwe ji dest da.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin li navçeya Silopiya Şirnexê ciwanêkî bi navê Nasîp Yeşîl li ser banê xaniyê xwe bi dema bi telefonê diaxivî rastî êrişa guleyan hat û jiyana xwe ji dest da.

    Li navçeya Silopiya Şirnexê ciwanê bi navê Nasîp Yeşîl saet di 03:00 de ji bo bi telefonê biaxife derket ser banê xaniyê xwe yê li Taxa Cûdî. Yeşîl bû hedefa guleyên polêsan ên li Dibistana Seretayî ya Suleyman Demîrel û hat kuştin.

    Yeşîl di êrîşa polêsan de li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Malbat û welatiyên li taxê cenazeyê Yeşîl rakirin Nexweşaneya Dewletê ya Silopiyayê.

    Li gorî agahiyên berdest Nasîp Yeşîl di marketekê de dixebitî.

    Bi heman mijarî:

    Swêdê geşta hewayî ya Kurdistanê bi sedema ewlehiyê da sekinandin
    Li Kobanî di encama teqîna mayinekê de zarokek bû qurbanî
    Qesra dîrokî ya Ezîzoglu bû wargeha leşkerî
    Hêzên Pêşmerge li Mûsilê DAIŞ têk bir: 150 kuştî
    DAIŞê êrişî kurdan kir: 7 miri hene
    Etîketan:
    Tîmên Taybet, Nasîp Yeşîl, silopî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de