22:27 24 Îlon 2017
Zindî
    Kobanê

    Li Kobanî di encama teqîna mayinekê de zarokek bû qurbanî

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Heta niha bi dehan welatiyên sivîl li herêma Kobanî bûne qurbaniyên mayin û Hawinên ne teqandî yên DAIŞê.

    Navenda Nûçeyan - Duhî 27ê Mijdarê bombeyek Hawinê ji mayinên çekdarên DAIŞê li Kobanê teqiya û zarokekî 11 salî bû qurbanî.

    Çavkaniyek bijişkî ji Kobanî ragehand ku, bombeyek hawinê ji mayinên DAIŞê, di dema ku zarokekî 11 salî li gundê Uwêna li gundewarê Rojavayê Kobanê pê dilîst teqiya û di encama teqînê zarokê 11salî jiyana xwe dest da.

    Wê çavkaniyê ragihand ku, zarokê 11 salî ku jiyana xwe ji dest da ye Cemal Ibrahîm Derwîş e.

    Piştî ku Kobanê ji çekdarên DAIŞê hate rizgar kirin, bi dehan welatiyên sivîl bi sedema teqîna mayin û bombeyên ne teqandî dibin qurbanî.

    Bi heman mijarî:

    Qesra dîrokî ya Ezîzoglu bû wargeha leşkerî
    Hêzên Pêşmerge li Mûsilê DAIŞ têk bir: 150 kuştî
    DAIŞê êrişî kurdan kir: 7 miri hene
    Mizgefta ku tîmên taybet xerab kir, ji îbadetê re vebû
    Parlementerê rûsî: ‘Divê rojnamevanên tirk li qada navneteweyî bên parastin'
    Etîketan:
    DAIŞ, Cemal Ibrahîm Derwîş, Kobanî, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de