22:15 24 Îlon 2017
Zindî
    Qesra Ezîzoglu

    Qesra dîrokî ya Ezîzoglu bû wargeha leşkerî

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Li Farqînê dema qedexeya derketina ji malan polês û tîmên taybet ketin Qesra dîrokî ya Ezîzoglu.

    Navenda Nûçeyan — Li Farqînê dema qedexeya derketina ji malan polês û tîmên taybet ketin Qesra dîrokî ya Ezîzoglu û wekî wargeh ji xwe re bi kar anîn. Piştî ku qedexeya li ser bajêr rabû jî polês û tîmên taybet ji qesrê derneketin.

    Tîmên taybet Qesra Ezîzoglu bi cih bûne û dagir kirine. Ligel ku qedexe rabûye jî polês li taxan dorpêça xwe berdewam dike û li qonaxê jî sekna xwe didomîne. Li cihên bilind ên qonaxê tîmên taybet hene li deriyê qonaxê jî tîmên taybet bi wesayîtên zirxî ve disekinin.

    Di dema êrîşên 12 rojan de wêneyên ku Ajansa Anadoluyê weşand de dihat dîtin ku derî û pencereyên qonaxê ji aliyê tîmên taybet ve hatine şikandin. Qonax li cihê xwe taxên Tekel û Mescîtê dibîne. Qonax ligel ku milkekî şexsî ye jî polês û tîmên taybet bêyî destur ew der dagirkirine û kirine wargeh.

    Bi heman mijarî:

    Hêzên Pêşmerge li Mûsilê DAIŞ têk bir: 150 kuştî
    DAIŞê êrişî kurdan kir: 7 miri hene
    Mizgefta ku tîmên taybet xerab kir, ji îbadetê re vebû
    Parlementerê rûsî: ‘Divê rojnamevanên tirk li qada navneteweyî bên parastin'
    Li Nêcîriya teqîn: 21 kes hatin kuştin
    Etîketan:
    Tîmên Taybet, Qesra Ezîzoglu, Farqîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de