21:39 22 Mijdar 2017
Zindî
    Çekdarên DAIŞê

    DAIŞê êrişî kurdan kir: 7 miri hene

    © Foto: © AFP 2015
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 34611

    Terorîstên DAIŞê bi roket, top û hawinan êrişî bajarokê Til Eran ê kurdan li derdora bajarê Helebê kirin. Di encama êrişê de 4 welatiyên kurd jîyana xwe ji dest dan. Li beriya wê jî 3 kez şehîd bibûn.

    Heleb — Li gor agahiyan,  terorîstên DAIŞê ji duh ve bajarokê kurdî yê Til Eranê ku dikeve aliyê rojhilatê başûrê Helebê, topbaran dikin.

    Hat ragihandin, di encama topbarana DAIŞê de li ser bajarokê Til Eranê, 4 welatiyên kurd jîyana xwe ji dest dan.

    Li gorî çavkaniyên kurdî, terorîstên DAIŞê bi dehên roket û topên hawinan avêtine bajarokê Til Eranê û xwestine ku oprasyoneke bejayî jî li dijî wî bajarokî  pêk bînin, lê şervanên kurd di rûyê wan de sekinîne û bi tundî bersiva êrişa wan dane.

    Di encama şer û pevçûnên di navbera her du aliyan de, DAIŞ rastî şikestinê hatiye û êrişa wan hatiye têkbirin.

    Beriya çar rojan jî terorîstên DAIŞê bajarokê Til Eran topbaran kiribûn û di encama wê topbaranê de jî 3 welatiyên sivîl ên kurd jîyana xwe ji dest dan.

     

    Etîketan:
    Kurdistan, Kurd, êriş, DAIŞ, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de