02:23 17 Tebax 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞê bi roketan êriş kir: Kuştî û birîndar hene

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1100 0 0

    DAIŞê xwînrij 3 fuze avêtin bajarokê Til Eranê, di encamê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn.

    Heleb - Çavkaniyan ji herêma Til Eranê ji ANHAyê re ragihandin ku çeteyên DAIŞê ku bajarokê Til Eranê dorpêç kirine, 3 fuze avêtin bajarokê û di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha ziyana madî jî çêbû.

    Çavkaniyan diyar kirin ku fuzeya yekemîn li Dibistana Keçikan a li bajarok ket, di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn, fuzeya duyemîn li mala welatiyê bi navê Hesen Hemo ket, di encamê de kurê wî jiyana xwe ji dest da û gelek endamên malbatên wî birîndar bûn û fuzeyan  sêyemîn jî li cihekî ku avahî lê tine ne ket.

    Bajarokê Til Eranê di bin serweriya hêzên rejîmê de bû. Piştî ku hêzên rejîmê xwe ji bajarok vekişandin, niha sivîlên herêmê bi êrîşên çeteyên DAIŞê re rû bi rû ne.

    Bi heman mijarî:

    El-Nusra êrişî taxên Helebê kir
    Artêşa Sûriyeyê rêya navbera Heleb û Hemayê bi dest xist
    Artêşa Sûriyeyê, li Helebê 50 gund ji destên terorîstan derxist
    El Nûsra li Helebê malên kurdan dan ber top û hawanan, kuştî û birîndar hene
    Etîketan:
    DAIŞ, Til Eran, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de