10:35 19 Tebax 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Pêşmerge: ‘Em serbilind in ku bi gerîlayên PKKê re li heman çeperê şer dikin'

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 268 0 0

    Pêşmergeyên li eniya Kerkûkê ya Herêma Kurdistanê şer dikin gotin: ‘Em pê serbilind in ku bi gerîlayên HPG û YJA Starê re li heman çeperê li dijî dijminê kurdan şer dikin.'

    Kerkûk — Pêşmergeyên li Kerkûkê ji ANFê re axivîn diyar kirin ku damezrandina PKKê ji bo gelê kurd tê wateyeke dîrokî.

    Fermandarê Bolukê yê Pêşmergeyan Mulazim Ezîzî da xuyakirin ku PKK 37 sal in ji bo azadiya Kurdistanê têkoşîneke bêhempa dimeşîne û bi saya vê têkoşînê gihaştiye wê astê ku li çar parçeyên Kurdistanê karibe şer bike. Ezîzî got, ‘Di nava 37 salan de bi hezaran şehîdên leheng da. Têkoşîna PKKê di rêya azadiya Kurdistanê de dimeşîne, bû wesîle ku gelê Kurd li tevahiya cîhanê bê dîtin. Gelek gerîla di vê berxwedanê de şehîd ketin. Di avêtina çeteyên DAIŞ'ê ji xaka Kurdistanê de, rola têkoşîna gerîlayên PKKê diyarker e. Ji bo me cihê rûmet û serbilindiyê ye ku bi gerîlayên PKKê re li heman çeperê li dijî dijmin şer dikin.'

    'DÎROKEK TÊKOŞÎNÊ YA BÊNAVBER'

    Pêşmergeyê bi navê Neqî Brayî bal kişand ser têkoşîna demdirêj a PKKê û got: ‘PKK'ê 37 sal bi hêsanî derbas nekir. PKK li çar parçeyên Kurdistanê xwedî dîrokeke têkoşînê ya bênavber e. Ji çar parçeyên Kurdistanê şehîdên xwe heye. Pêşmerge û gerîla li heman çeperê, li heman eniyê şer dikin û ev yek gelekî girîng e. Divê ev yekîtiya li dijî dijminê Kurdan, li parçeyên din ên Kurdistanê jî bidome.'

    'RASTÎ LI GERMIYAN, ŞENGAL Û KERKÛKÊ DERKET HOLÊ'

    Fermandarê Bolukê Rayîd Îbrahîm Mihemed jî da zanîn ku PKK ji komeke biçûk gihaşt hêza ku dikare li çar parçeyên Kurdistanê şer bike û ev rastî di şerê li hemberî DAIŞê de îro bêhtir derketiye holê. Mihemed û got: ‘Gerîlayên PKKê ev sal û nîveke li Başûrê Kurdistanê li hemberî çeteyên DAIŞê şer dikin. Gerîlayên PKKê di wê astê de ye ku li ku derê dibe bila bibe, amade ye wezîfeya xwe ya welatparêziyê bi cih bînin. Ev rastî li eniyên Germiyan, Şengal û Kerkûkê baştir derket holê.'

    'ÇETEYÊN DAIŞÊ JI ALIYÊ HÊZÊN PKKÊ VE HATIN ŞIKANDIN'

    Hîwan Hesen Îsmaîl jî anî ziman ku şerê gerîlayên PKKê yê li hemberî DAIŞê û serketina gerîlayan, cesaret daye hêzên din. Îsmaîl destnîşan kir ku ew serbilind e bi gerîlayên PKK'ê re li heman çeperê li dijî dijminan şer dike. Îsmaîl da zanîn ku gerîlayên PKKê nîşanî tevahiya cîhanê dane ku çeteyên DAIŞê dikarin werin têkbirin û got: ‘Eger îro ji bejahî ve li dijî çeteyên DAIŞ'ê şerek dikare bê meşandin, ev yek bi saya hêzên PKKê ye.'

    'WAN ÇAWA LI CEM ME CIH GIRTIN, DIVÊ EM JÎ LI CEM WAN CIH BIGIRIN'

    Fermandarê Tabûra Alaya 106. Muqaddem Sûad Xerîb anî ziman ku têkoşîna PKKê ya ji bo parastin û azadkirina Şengal, Mexmûr, Daquq û Kerkûkê ji bo gelê Kurd gelekî watedar e û got: ‘Di her şert û mercan de wan li cem me cih girtin, lewma dixwazim bêjim ku em ê jî bi wan re bin. Ev sal wê bibe sala avakirian yekîtiya gelê Kurdistanê û avakirian Kurdistana mezin. Di vî warî de careke din wezîfeyên girîng dikevin ser milê PKKê. Û bawerim ku wê van wezîfeyan mîna her carê bi ser bixîne.'

    Bi heman mijarî:

    HPG: ‘7 leşkerên tirk hatine kuştin'
    HPGê derbarê şerên dawî de daxuyanî da
    HPG: ‘Em ê bi heybetî bersivê bidin êrîşên dewleta tirk'
    Pêşmerge dest bi operasyonan kir
    DAIŞê li Maxmûrê de êrişî Pêşmerge kir
    El Heşd El Şebî û pêşmergeyan şer kirin: 5 kuştî
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmerge, YJA STAR, HPG, PKK, Muqaddem Sûad Xerîb, Hîwan Hesen Îsmaîl, Rayîd Îbrahîm Mihemed, Neqî Brayî, Mulazim Ezîzî, Germiyan, Şengal, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de