02:08 18 Tebax 2017
Zindî
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Li Wan, Îdir û Rihayê gelek welatî û siyasetmedarên kurd hatin girtin û binçavkirin

    © REUTERS/ / Sertac Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2511

    Dîsa îro li 3 bajaran gelek siyasetmedar û welatiyên kurd hatin girtin û binçavkirin.

    Polês, serdegirtin, binçavkirin
    © REUTERS/ / Sertac Kayar
    Li navçeya Şaxê ya Wanê Ercan Kipçak, Necmettîn Yacan, Veysel Demîr, Muharrem Kiliç û jineke ku navê wê nehat hinbûn ên di 23ê Mijdarê de hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin. 4 kes li dozgeriyê hatin berdan. Muharrem Kiliç ji ber dozeke xwe ya berê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Kiliç bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê ye' hate girtin û şandin girtîgehê.

    Li Îdirê serê sibehê di serdegirtinên malan de Endamê Meclîsa Şaredariyê yê DBPî Mehmet Kitir, ji rêveberên berê yê DBPê Huseyîn Yîgît, Reşît Talayi Yaşar Akkuş û Siddik Turan hatin binçavkirin. 5 kesên bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polêsan a Îdirê.

    Li Rihayê jina bi navê Seyran Demîr a ji Gever a Colemêrgê ye ji ber doza ku derbarê wê de hatiye vekirin cezaya wê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin li mala xwe hate binçavkirin. Demîr birin Midûriyeta Polêsan a Bajar.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê operasyon: 3 kes hatin binçavkirin
    Li Siwêrekê 17 kes hatin binçavkirin
    Li Şaxê 4 kes hatin binçavkirin
    20 kes hatin binçavkirin, 4 zarok ji ber 'medyaya civakî' hatin girtin
    Li Stenbolê operasyon: 12 kes hatin binçavkirin
    Hevşaredarên Dîgorê hatin binçavkirin
    Li Qersê 15 kes hatin binçavkirin
    Li Meletiyê 12 welatî hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Seyran Demîr, Huseyîn Yîgît, Mehmet Kitir, Muharrem Kiliç, Riha, Wan, Îdir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de